Destûra mîtînga aştiyê hat dayîn
- 14:54 31 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Rêxistinên HDK, HDP, EMEP, DÎSK, KESK û ÎHD'ê yên Stenbolê dê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê, di 2'ê Îlonê de mîtînga aştiyê pêk bîne. Piştî komîteya amadekar a mîtîngê serî li Walîtiya Stenbolê da, destûr ji walîtiyê derket.
Rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên ji HDK, HDP, EMEP, DÎSK, KESK û ÎHD'ê pêk tên, dê di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga 1'ê ÎLonê Roja Aştiya Cîhanê pêk bîne. Komîteya Amadekar a mîtîngê ji bo mîtîngê serî li Walîtiya Stenbolê dan. Piştî serlêdanê ji walîtiyê destûr derket. Mîtîng dê saet di 15.00’ê 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîng bê lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglu, Serpil Kemalbay, Murat Çepnî, Zuleyha Gulum, Omer Faruk Gergerlîoglu û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir û Seroke Komîteya Amadekar a Mîtîngê Yusuf Gulen li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta “Em dest ji azadoî, aştî û demokrasiyê bernadin" vekirin.
Li ser navê heyetê Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî diyar kir ku li hemû cîhanê û Tirkiyeyê bi milyonan mirov di sînorê birçîbûnê de dijî û birçîbûn û koçkirin wekî qederê li wan hatiye ferzkirin. Murat, anî ziman ku bi milyonan mirov ji bo azadî wekhevî, aştî û demokrasiyê têdikoşin û wiha got: "Em jî wekî milyonan kesan bi wesîleya 1'ê Îlona Roja Aştiya Cîhanê ji bo em daxwazên xwe yên azadî, aştî, demokrasî û edaletê bînin ziman, dê mîtingê pêk bînin û li vir daxwazên xwe bînin ziman."
Murat, herî dawî bang li her kesî kir û xwest di 2'ê ÎLonê saet di 15.00’an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kom bibin û daxwazên xwe yên azadî, aştî û demokrasiyê bînin ziman.