Bernameya mîtînga '1'ê Îlonên Roja Aştiyê ya Cîhanê' diyar bû
- 12:33 31 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Bernameya Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê li Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxisitn diyar bû.
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê Platforma Demokrasiyê ya ku ji aliyê partiyên siyasî, saziyên sivîl, odeyên pişeyan û sendîkayan ve tê organîzekirin wê sibe li Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarixistin.
Mîtînga ku li bendê ye bi deh hezaran kes tevlli bibin wê di navbera saet 16.00'an û 20.00'an de bê lidarxistin. Kesên ku bixwazin evli mîtîngê bibin divê ku ji aliyê Ofîs, Sûr û Baglarê ve bikevin qadê.
Di mîtîngê de wê Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Bedran Ozturk, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan biaxivin û wê Platforma Dayikên Aştiyê jî gel silav bike.
Piştî axaftinên ku bên kirin hunermend Alî Geçîmlî wê ji gel re stranan pêşkêş bike.
Herwiha ji bo ku gel vexwendî mîtîngê bê kirin jî xebatên ku hatin destpêkirin berdewma dikin û wê îro li navçeyên navendê yên Amedê bi wesayitên anonsê gel vexwendî mîtîngê bê kirin.