Jinên Êzidî: Mam Zekî ji bo yekitiya Êzîdxanê têkoşiya
- 10:49 31 Tebax 2018
- Rojane
Orivan Ebdo/Viyan Said
ŞENGAL - Jinên êzidî ku êrîşa li dijî Zekî Şengalî wekî êrîşa li ser Îzîdxanê dinirxînin diyar kirin ku Mam zekî heta kêliya dawî a jiyana xwe ji bo yektiya êzidiyan têkoşiya ye û ew ê tu carî wi ji bîr nekin.
Jinên êzidî Zekî Şengalî bi bîr anîn û gotin ku erîşa li dijî Mam Zekî ne tenê li dijî wî bû di heman demê de êrîşa li dijî yekitiya Yezîdxanê ye û soza şopandina rêya wî dan.
Jina êzidî ya bi navê Adlan Reşo jî soza ku ew ê têkoşîna Mam Zekî berdewam bike da di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: " Bi rastî jî em weke jinen êzidî pir bi şehadeta Mam Zeki êşiyan û xemgîn bûn. Ji ber ku her dem Mam Zekî ji bo tifaka gelê êzîdiyan têkoşîn dida. ji ber vê jî her dem dinav me êzidiyan de bû, bêyî ku tu ferq û cudahî bike. Di têkoşîna xwe ya 35 salan de ji bo yekitiya gelan li ber xwe da. Ji ber vê helwesta xwe jî bi pilanekî qirê hate şehîdkirin. Lê ev êrîş wê negihêje armanca xwe. Ji ber ku ew kete dilême wê tucarî kedawî û têkoşîna wî li erdê nemîne. Em ê xwedî li kes û berxwedana wî derkevin."
'Hişmendiya yekitiyê bi me re ava kir'
Jina bi navi Zeytun Silêman jî li ser têkoşîna Mam Zeki axivi û got: " Em geleki bi şehadeta Mam Zeki eşîyan Mam Zeki li avakirna Êzidxanê digeriya û dixwest ku êzidî yekitiya xwe ava bikin. Tenê ne diwarê siyasî de ji bo hemû pirsgirêkên me di bû alîkar û çareser dikir. Ji şerê navbera du zarokan bigire heta şerê di navbera eşîran de ew li cîhê buyerê bu û pirsgirêk çareser dikir. Wê bi me re hişmendiya tifaqê da avakirin. Weke ku em her dem dibêjin em ê tola Mam Zekî hilînin. Bersîva ma ya herî xwurt ew e ku em jinên êzidî bi tifaqa di nav êzidiyan de ava bikin e. Em erka ketîye ser millê me dizanin û em ê her dem li pêy şopa Mam Zekî ku li heqîqeta civaka ezîdî digerîya bin."