'Abdullah Ocalan kirdeya aştiyê ye'

  • 09:02 30 Tebax 2018
  • Rojane
Cudî Zênu-Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan ne li gor pîvanên parastina mafên mirovan e û gotin:"Abdullah Ocalan kirdeya aştiyê ye."
 
Jinên Efrînê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de banga piştgiriyê kirin û gotin ku divê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe. 
 
Jina bi navê Hêvîn Muhemed anî ziman ku êrîşa li ser Efrînê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hev ne qut in û got:"Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê heta dawî xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde bikin û bi rê ve bibin. Em ê hem ji bo axa xwe hem jî ji bo Rêberê xwe heta dawî têbikoşin."
 
'Kes nikare Rêber Apo û gel ji hev qut bike'
 
Nebîhe Hesen bi lêv kir ku ew dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin û got:"Dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê û bi tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan îradeya me bişkînin lê ew ê tu carî nikaribin bigihêjin armanca xwe. Hêzên desthilatdar her dem bi lîstikên xwe yên qirêj komplo li ser serê Kurdan çê kirin. Lê em ê heta dawî li dijî van komployan serî hildin û li berxwe bidin. Kes nikare Rêber Apo û gel ji hev qut bike."
 
'Li dijî êrîşên dagirkeran em li ber xwe didin'
 
Berîvan Cafer jî da zanîn ku dema ku mijar Kurd be her kes ji aliyekî ve êrîş dikin û got:"Ji ber ku gelê Kurd serî natewînin her bi êrîşên mezin rû bi rû dimînin. Li dijî êrîşên dagirkeran em li ber xwe didin. Em ê tevî hemû zor û zehmetiyan têbikoşin û Rêberê xwe ji zindan Îmraliyê azad bikin." 
 
'Divê dawî li vê bêdengiyê bê'
 
Sewliyê Ebdilrihman jî anî ziman ku divê cîhan êdî dawî li vê bêdengiya xwe bîne û got:"Cîhan li dijî kiryarên dewleta tirk a li dijî gelê Kurd bêdeng dimîne. Divê dawî li vê bêdengiyê bê. Em ê bi hêviyek mezin têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin. Çimkî  Rêber Apo kirdeya aştiyê ye û tecrîda giran a li ser wî ne li gor pîvanên parastina mafên mirovan e."