ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 30 Tebax 2018
  • Rojev
*Jinên Efrînê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan ne li gor pîvanên parastina mafên mirovan e û gotin:"Abdullah Ocalan kirdeya aştiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Piştî ku qeyyûm tayinî şaredariyê hat kiirn û şûn de pêkûtiyên wî bi dawî nabin. Li  navçeya Ebaxê li taxa Kaleyê ava  depoyên nayê safkirin û qirêj e zarok nexweş dikevin. Jinan bertek nîşanî qeyyûm dan û gotin ku ger pêşiya ava qirêj neyê girtin dê nexweşî zêde bibin.  BI DÎMEN
 
*Dayika Şemiyê Emîne Kaya ku bi hewldana xwe xwe gîhand hestiyên bavê xwe Ahmet Kaya û bi daxwaza kujer bên darizandin li ber Lîseya Galatasarayê cihê xwe girt wih agot: “Ez bang li raya giştî dikim. Me dayikan li wê qadê tenê nehêlin.” BI DÎMEN
 
*Jinên li Semsurê ku di çavkaniya herî sereke ya debarê tutunê de kedek mezin didin, ji ber krîza aborû û îhtîmala qedexekirina çandin  tutunê bi fikar in. Dîlek Cînîvîz a her sal bi malbata xwe re tê tutunê kom dike diyar kir ku ew nizanin wê çi bikin. BI DÎMEN
 
* Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku ji bo mîtîna 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê amadekariyên wan didomin û diyar kir ku ku tecrîd sedema bûyera herî xerabe û ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, şewata daristanan bisekine û balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş divê her kes tevlî mîtîngê bibe. BI DÎMEN
 
*Yek ji rêvebera ÎHD’ê Necla Şengul diyar kir ku wê li dijî binpêkirina mafan a di OHAL’ê de zêde bûye û di çalakiya Dayikên Şemiyê de xwe daye der, têkoşîna wan bidome û anî ziman ku wê li dijî israra şer û înkarê ya dewletê israra wan a aştiyê jî berdewam bike. BI DÎMEN
 
* Piştî êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne têkoşîna jiyanê didin û li ser piyên xwe disekinin. Jina bi navê Hacer Hesen ku dayika 7 zarokan e bi hêvî û armancek mezin berxwe dide û li dijî desthilatdaran serî natewîne. BI DÎMEN
 
* Parlamentera berê ya Wanê Tugba Hezer bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê balkişand ser Rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de û wiha got: “Ger şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk bihata îro me yê behsa dîktatoriya faşîst a bi DAIŞ’ê re pêk hatiye, gelê ku hatiye xizankirin û rejîma yek kesî nekıra.”