'Li başûr tê xwestin ku pêşî li xebatên jinan bê girtin'
- 17:06 29 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Piştevaniya Bi jinên Siyasetmedar re, diyar kir ku divê jinên bi awayekî aktîf li başûrê Kurdistanê siyasetê dikin li heber tehdîtan serî netewînin û got ku xebatên jinan tên reşkirin û tê xwestin ku pêşî li wan bê girtin.
Di pêşengiya Tora Piştevaniya Bi jinên Siyasetmedar re, Tevgera Goran, YNK, PDK, Yekgirtû û rayendarên Partiya Komunîst li Otelela Şîraton a li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî ji aliyê endama Tora Piştevaniya Bi jinên Siyasetmedar re Sakîne Şêxanî ve hat xwendin.
'Xebata jinan tê astengkirin'
Sakîne anî ziman ku Herêma Kurdistanê di pêvajoya du hilbijartinên girîng re derbas dibe û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Ji van hilbijartinan yek jê hilbijartina parlamentoyê ku wê di dawiya Îlonê de bê kirin e û ya din jî ku li bendê ye di dawiya salê de bê kirin a Hilbijartina Encûmenên Bajaran e. Reşkirina xebatên jinan ên di nava siyasetê de diziya ji civakê ya bi awayekî din e. Torên civakî, bi dîmenên kirêt û fotoyên xirab tên serwîskirin û tên reşkirin. Ev jî rê li pêş xebata jinan digire."
Sakîne li ser navê jinan bang li welatiyên li Herêma Kurdistanê kir ku li dijî kesên dijminantiya jinê dikin helewsta xwe nîşan bidin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em dixwazin ku kesên rê li ber xebata jinan digirin bi cezayê herî giran bên cezakirin. Herwiha divê jinên çalakvan û siyastmedar jî li hemberî van tehdîdan serî netewînin û paşve gavê neavêjin."