Çalakiyên Kongreya Star didomin

  • 15:53 29 Tebax 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Kongreya Star çalakiyên xwe yên derbarê qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de dewam dike. 
 
Kongreya Star çalakiyên xwe yên derbarê qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de dewam dike. Endama Koordînasyona Kongreya Star Fatma Lekto derbarê çalakiyên ku li dar dixin axivî û got:"Em ê bi hêz û îradeya jinê Efrînê azad bikin."
 
Fatma Lekto da zanîn ku dê xebatên Kongreya Star bi çalakiyên cur be cur bidome û got:"Bi hêz û îradeya jina Kurd ku 58 rojan li dijî hemû teknîkên pêşketî li ber xwe da Efrîn dîsa bê rizgarkirin. Em ê her di nav çalakiyan de bin. Em ê bi hemleya 'Serî hilde ji bo Efrînê' çalakiyên xwe bidomînin. Di çarçoveya hemleya 'Serî hilde ji bo Efrînê' wê kon were vegirtin û hemû jin dê bi rengên xwe yên cuda beşdarî çalakiya vegirtina kon bibin. Dê semîner bên lidarxistin û jinên ciwan dê meşek girseyî li dar bixin. Em bang li tevahî jinan dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin."