Mîtînga 1'ê Îlonê li Qada Îstasyonê tê lidarxistin
- 13:07 29 Tebax 2018
- Rojane
AMED – Komîteya Amedkar a Mitîngê ya ji Platforma Ked û Demokrasiyê pêk tê ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê roja şemiyê li dar bixin serî li Walîtiya Amedê da û walîtiyê serlêdan erênî bersivand.
Platfroma Ked û Demokrasiyê ya ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê dê roja Şemiyê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar bixin.
Mitîng dê bi daxwaza “Bila zarok û ciwan nemirin”, “bila dawî li tecrîdê bê”, “bila girtiyên nexweş bên berdan”, “bila daristan neyên şewitandin” û bi dirûşma “Aştî hema niha” dê bê lidarxistin. Ji bo destûra li dar xistina mitîngê Komîteya Amadekar a ji endamên Platformê pêk tê, serî li Walîtiya Amedê da. Hat zanîn ku Walîtiyê bersiva erênî daye mitîngê.
Di vê çarçoveyê de dê roja Şemiyê 1’ê Îlonê saet di navbera 16.00’an û 20.00’an de li Qada Îstasyonê mitînga aştiyê dê bê lidarxistin.