'Berxwedêrên azadiyê bi merasîmê hatin bibîranîn'

  • 11:37 29 Tebax 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Li Kantona Şehbayê 3 berxwedêrên azadiyê bi merasîmê hatin bibîranîn.
 
Li Kantona Şehbayê 3 berxwedêrên azadiyê Çekdar Sîpan, Delîl Çarçêl, Baran Bekra bi merasîmê hatin bibîranîn. Jinên ku beşdarî merasîmê bûn hestên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê şopdarê doza têkoşîn a berxwedêran bin. 
 
Dayika Berxwedêr Zêneb, Fîdan Bekir got:"Em ê wekî dayikên Şehîdan heta dawiya emrê xwe şopdarê rêya zarokên xwe bin. Em serî natewînin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran mezintir bikin."
 
Neceh Muhemed da zanîn ku ji bo kezeba dayikên wekî din neşewite ew ê heta dawî ji bo aştî û azadiyê berxwe bidin. 
 
Semîre Îbrahîm a ku li Kampa Berxwedanê bi cih bûye anî ziman ku ew ê ji bo tolhildanê û ji bo rizgariyê her li ser piyan bin. 
 
Elîfe Muhemed anî ziman ku bi saya xwîna berxwedêran ew gihaştine vê astê û got ku em ne poşman in em amadene ku her dem ji bo rizgariyê bedelên mezin bidin. 
 
Saod Elîko bi lêv kir ku berxwedêrên azadiyê her dem di dilê wan de ne û got ku ew ê her dem şopdarê rêya berxwedêran bin. 
 
Ezircan Muhemed jî destnîşan kir ku ew ê bi saya têkoşîna xwe dîsa vegerin ser axa xwe û got berxwedêr dê her dem sembola jiyana wan be.