Li Şehbayê civîn hat lidarxistin

  • 10:48 29 Tebax 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Rêzecivînên Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kantona Şehbayê dewam dike. 
 
Di çarçoveya hemleya "Serî hilde" de û ji bo rizgarkirina Efînê rêzecivînên Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kantona Şehbayê dewam dike. Li navçeya Ehrezê ya Şehbayê bi beşdarbûna gelek ciwanan civîn pêk hat. 
 
Di civînê de wêneyên berxwedêrên azadiyê hat aliqandin. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. 
 
Di axaftinan de hat gotin ku ji bo parastina axa xwe û rizgarkirina Efrînê divê peywira herî girîng ciwan bigirin ser milên xwe. Her wiha di civînê de soza berdewamkirina tekoşînê hat dayin.
 
Civîn bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.