Derbarê bersûcê îstismara zayendî de serîlêdana sûc hat kirin

  • 10:37 29 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Derbarê mêrê ku li marketek Umraniyeyê zarokek îstismar kir serîlêdana sûc hat kirin.
 
Li Navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû ma. Dîmenên ku di kamerayên ewlehiyê de derket holê li ser hesabên medyaya civakî hatin parvekirin. Hat diyarkirin malbata zarok tevî zarok çû emniyetê û serîlêdana sûc kir. Piştî ku dîmenên îstismarê li ser medyaya civakî hat parvekirin, gel bertek nîşanî îstismara zayendî dan. 
 
Derbarê îstismarkar de agahiyên nasnameyê nehat dayin. Her wiha derbarê binçavkirinê de agahî nehat parvekirin.