Eren Keskîn: Wezîrên wek Soylu hatin û çûn lê vê çalakiyê berdewam kir

  • 09:15 29 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL- Parêzvana mafên Mirovan parêzer Eren Keskîn êrîşa polîsan ên li hember Dayikên Şemiyê û êrîşa devkî ya Suleyman Soylu nirxand û got ev gotinên neqebûlkirin, newekhevî û tune hesibandinê ne û wiha berdewam kir: “Ez wisa difikirim ku van çalakiyan gelek Suleyaman Soylu dîtine. Gelek wezîrên wek Suleyman Soylu hatin û çûn. Lê vê çalakiyê berdewam kir. Ev çalakî wê di her rewşê de berdewam bike.”
 
Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxê de li ber Lîseya Galatasarayê xwestin ku çalakiya xwe ya hefteya  700’emîn a  runiştinê li dar bixin û rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di çalakiyê de gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin. Piştî çalakiyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu der barê mudaxalê de daxuyanî da û got: “Xwestin çalakiya 700’emîn pêk bînin. Me destur neda. Me xwest ev tişta xapînok bi dawî be. Ma em îstîsmarkirina dayikbûnê ya ji aliyê rêxistina terorê ve tê kirin ji nedîtîve bên.” 
 
Parêzer Eren Keskîn a ku  êrîş û daxuyaniya Wêzerê Karên Hundir Suleyman Soylu  nirxand got çalakiya Dayikên Şemiyê bi hewldana malbatên Ridvan Karakoç û Hasan Ocak pêk hatiye û ev tişt vegot: “Ridvan Karakoç muwekîlekî min yê berê bû. Beriya bê binçavkirin hat cem min. dihat şopandin. Wekalet da min û got dibe her saniyê bê binçavkirin. Piştî du sê mehan şûnde hat binçavkirin û windakirin. Cuneyt Aydinlar jî muvekîlê min bû. Ew jî di bin çavan de hat windakirin.”
 
‘Tunekirin, cudakirin û nekwehevî ye’
 
Erenê diyar kir ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê jî heman êrîş hebûne û her hefte êrîş dihatin kirin piştre navber dan çalakiyê û wiha pê de çû: “Piştî demekê dîsa dest pê kirin. Tayyîp Erdogan carekê bi dayikan re civîn kir. Ew dem wek dema Torosên Sipî bi nav kir. Gotin ew dem qediya ye. Suleyman Soylu wê demê cigirê giştî yê Tayyîp Erdogan bû. lê îro ev guheriye. Heta li meclîsê komîsyonek lêkolînê hat avakirin. Komîsyonê windabûna Cemîl Kirbayir lêkolîn kir. Lê îro gotinên Suleyman Soylu tunekirin, cudakirin û newekheviyê derdixe holê. Çalakiya dayikan çalakiyek aştiyane ye. Terorîzekirin û êrîşkirin ne tiştekî bê fêmkirinê ye.”
 
‘Helwesta dewletê ya salên 90 û 1915’an didome’
 
Erenê destnîşan kir ku windakirina di bin çavan de polîtîkayek dewletê ye û ji sala 1915’an heta niha dem bi dem li hember muxalîfan ev polîtîka pêk hatiye û got helwesta dewletê ya salên 90'î  û 1915’an didome. Erenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayikên Şemiyê mafdar in û ji ber vê her tim ji wan tirsiyan. Ji ber hefteya 700’î ku ji gelek aliyan piştgirî hat. Mînak em cara yekem bi CHP’iyan re hatin girtin. Me berê ev jiya bû. Xuyaye ev çalakî ji aliyê gelek kesî ve xwedî lê tê derketin. Ev çalakiyek rewaye.”