'Azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzidî ye'

  • 09:13 29 Tebax 2018
  • Rojane
Nesrin Hisen/Viyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Êzidî yên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê heta dawî têbikoşin û gotin:"Azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzidî ye."
 
Jinên Êzidî yên Şengalê bertek nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û anîn ziman ku ji bo siberojek azad û aştiyek mayinde pêdivî ji firkrên Abdullah Ocalan heye û divê demildest tecrîda giran bi dawî bibe. 
 
Jina bi navê Şîrîn Îdo da zanîn ku ew tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan qebûl nake û got:"Em wekî jinên Êzidî tecrîda giran a li ser Rêber Apo qebûl nakin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzidî ye. Deriyê hêviyên gelan dê bi fikir û ramanên Rêber Apo heta dawiyê vebe. Loma divê Rêber Apo azad bibe. Zincîra koletiyê ancax bi azadiya Rêber Apo bê şikandin."
 
'Dê neyarên Kurdan tu carî bi ser nekevin'
 
Meyan Nasir jî da zanîn ku divê ji bo azadiya Abudllah Ocalan hemû gelên aştîxwaz rabin ser piyan û wiha got:" Dewleta tirk niha ji bo gelê Kurd têk bibin tecrîda giran li ser Rêber Apo ferz dike. Lê dê neyarên Kurdan tu carî bi ser nekevin. Em ê bi hêviya xwe ya mezin destûrê nedin ku dagirker bigihêjin armanca xwe. Em ê heta dawî ji bo azadiya Serokê xwe li ber xwe bidin."