‘1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê bi rakirina tecrîdê watedar bibe’

  • 09:12 29 Tebax 2018
  • Rojane
AMED- Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bi lêv kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê şertên azadiyê ava nebin û got: “Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê Gulanê Roja Aştî û Cîhanê ancax bi rakirina tecrîdê wê watedar be.”
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê, bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dest bi amadekariya mîtîngê kir. Di 1’ê Îlonê de wê bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ li Qada Îstasyonê mîtîng pêk bê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun da zanîn mijara sereke ya mîtîngê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ev tişt vegot: “Heta tecrîd bidome wê şert û mercên aştiyê ava nebin. Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê ancax bi rakirina tecrîdê wê watedar bibe.”
 
‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’
 
Remziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo Roja Aştiyê xwedî wate be divê hemû gel li dijî tecrîda Îmraliyê bibin yek deng û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştiyek rast bi rakirina tecrîdê pêkan e. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heta gelê Kurdistan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe şert û mercên azadiyê jî ava nabin.”
 
Her wiha Remziyeyê balkişand ser ferzkirina tecrîdê ya li ser Gelê Kurd û Tirkiyeyê jî û wiha pê de çû: “Tecrîda li ser Îmraliyê li ser Gelê Kurd û Tirk e. Ji ber tecrîda Îmraliyê didome, îro em wek gel di bin tecrîdê de dijîn. Êrîşa li hember Dayikên Şemiyê jî parçeyek tecrîdê ye.”
 
Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxuyakirin ku gel her 1’ê Îlonê ji bo aştiyê tên cem hev û aştiyê dixwazin û destnîşan kir ku azadiya Gelê Kurd, Kurdistanê û Rêberê wan bi aştiyê pêkan e.