Husniye Ocak: Heta hemû winda neyên dîtin wê têkoşîna me bidome
- 09:07 29 Tebax 2018
- Rojane
ÎZMÎR- Xwişka Hasan Ocak yê di bin çavan de hat windakirin, Husniye Ocak der barê êrîşên li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û got wê şûnde gavê navêjin û wiha got: “Dema ku em kulîlkekê bidin ser gorên xizmên xwe wê têkoşîna me wê demê bi dawî be.”
Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de li taxa Gazî ya Stenbolê hat binçavirin û di 26’ê Adarê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Malbat di 15’ê Gulana 1995’an de hîn bû ku cenazeyê Hasan li goristana bêkesan a Beykozê ye. Xwişka Hasan Ocak, Husniye Ocak Acar ev 23 sal e tevlî çalakiya ÎHD’ê ya ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin’ dibe. Husniye diyar dike ku heta winda hemû neyên dîtin wê têkoşîna wan bidome.
‘Em têkoşîna Dayikên Plaza De Mayo didomînin’
Husniyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi salan berê nivîsên der barê çalakiya dayikên Plaza De Mayo ya Arjantînê xwendine û wiha pê de çû: “Bi rastî dema tişt hatin serê me, me fêm kir ku wan çi jiya ye. Têkoşîna wan îro Dayikên Şemiyê berdewam dikin.”
‘Têkoşînê pêşî li windayên nû girt’
Husniyeyê ev tişt anî ziman: “Di encama têkoşîna me da de pêşî li windakirinên nû hat girtin. Ji aliyê dewletê ve kes hatin windakirin. Ewil em bi fikar bûn. Me digotin gelo em navê xwe bêjin. Em wêneyên zarokên xwe hildin. Me ev di binçavkirina Hasan de ji ser xwe avêtibû. Bi rastî malbatên hatin biçavkirin hebûn. Polîsan em tehdîd dikirin. Bi ser mala me de girtin. Dewlet ditirse ku bi sûcê xwe re rûbirû bê. Ji ber vê me dest ji çalakiya xwe berneda. Îro çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo mirovahiyê gelek bi nirx e.”