Dilêzo û Dêsîka jiyana Ezîzayê guhertin

  • 09:05 29 Tebax 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jina afrîner, rêhevala xwezayê û ajalan Ezîza Beşo ku li dijî kevneşopiyên jinê diçewisîne li ber xwe dide got:"Bi saya hezkirina welat, xweza û  ajalan li dijî kevneşopiyên ku jinê diçewisîne ez li berxwe didim. Ez hêz û feyza xwe ji welat, xweza û ajalan digirim."
 
Ezîza Beşo ya 56 salî û ji Gundê Ferhiyeyê yê girêdariyê Navçeya Dirbêsiyê ye di sala 1991'an de li gor kevneşopiyên civakî, li gor adeta berdêltiyê dizewice. Piştî 20 salan hevjînê Ezîzayê dev ji wê berdide û bi keça kurê meta xwe dizewice û di 2012'an de diçe Başûrê Kurdistanê. Piştre Mala Jinê li Ezîzayê xwedî derdive. Niha Ezîzayê li malekê tevî 2 pisîkên navê wan Dilêzo û Dêsîka ye dijî. Her wiha baxçeyekî mala wê heye daran û fêkiyan diçîne. Bi hezkirina ajal û xwezayê ew li ser piyan disekine. Her wiha Ezîzayê tîne ziman ku ew ji welatê xwe gelekî hez dike û di serdema şer de wê ji berxwedêran re xwarin çê kiriye. Ezîzayê da zanîn ku ew bi salane ku li dijî zordestî û zilma zihniyeta baviksalarî li ber xwe dide û hezkirina Dilêzo û Dêsîkayê jiyana wê guhertiye.  
 
Ezîza Beşo destnîşan kir ku wê tu carî li dijî zilmê serî netewandiye û wiha got:"Rast e niha ez tenê me lê ez xwedî vînek xurt im. Min ji civakê re isbat kir ku ez dikarim tenê jî li berxwe bidim. Piştî ku hevjînê min, ez terk kirim şûnde min got pêwistiya min ji mêrekî tuneye û min têkoşîna xwe ya jiyanê domand. Bi saya hezkirina welat, xweza û  ajalan li dijî kevneşopiyên ku jinê diçewisîne ez li berxwe didim. Ez hêz û feyza xwe ji welat, xweza û ajalan digirim. Ez dema ku li baxçeyê xwe dar û fêkiyan diçînim ez  bi hêztir dibim. Her sibeh dema ku radibim wan av didim bi wan re diaxivim û bejna xwe li ber zilmê natewînim. Herdu pisîkên min ên bi navê Dilêzo û Dêsîkayê jî feyzek cuda didin min. Rêhevaltiyek wan a rast heye. Ez bi xwedîkirina wan gelek şad im."
 
'Ji bo axa xwe ez têkoşiyam'
 
Ezîzayê da zanîn ku wê di serdema şer de jî ji bo berxwedêran xwarin çê dikir û got:"Ji bo axa xwe ez têkoşiyam. Ji destên min çêkirina xwarinê dihat û min jî ji berxwedêran re xwarin çê dikir. Di nava zehmetiyên mezin de jinên Kurd berxwe didan. Me bi hev re hêviyên xwe mezin dikirin û em dixebitîn. Nİha jî min hêviya xwe winda nekiriye û ez li ser piyên xwe disekinim. Hêza hezkirinê jiyana mirovan diguhere. Hezkirina welat, xweza û Dilêzo û Dêsîkayê jiyana min guhert. Ez ê heta dawî bi vê hezkirinê bijîm û li ber xwe bidim."