'Têkoşîna ji bo aştî û azadiyê didome'

  • 09:03 29 Tebax 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê Hêvîn Reşîd diyar kir ku piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin aramî û demokrasî bi dawî bûye û got:"Qirkirin, talan, destdirêjî, revandin û binpêkirina mafên mirovan niha li Efrînê didome. Gel li Efrînê di nava şerd û mercên giran de dijîn. Li dijî van kiryarana bêdengiya cîhanê wekî balyozekî ku li demokrasiyê û aştiyê bikeve ye."
 
Endama Rêveberiya Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê Hêvîn Reşîd diyar kir ku piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin aramî û demokrasî bi dawî bûye û anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo aştiyê û azadiyê didome. 
 
Hêvîn Reşîd da zanîn ku gel ji ber zilmê ji Efrînê direvin û derbasî Şehbayê dibin û got:"Gelê li Efrînê dijîn ji ber zilma dewleta tirk û komên girêdayî wê direvin û derbasî Şehbayê dibin. Kesên ku ji ber zilma dewleta tirk û komên wê derbasî Şehbayê dibin tînin ziman ku berî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê bikin Efrîn derek ewle bû. Lê dibêjin ku niha tenê zilm li Efrînê tê kirin. Rewşa gelê ku niha li Efrînê ne her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe."
 
'Bi taybet jin di rewşek xirab de ye'
 
Hêvînê da zanîn ku bi taybet jin li Efrînê di rewşek xirab de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jin li Efrînê tên revadin, tên tecawizkirin û ji mafê xwe yên jiyanî bêpar tên hiştin. Di bin çarşefa reş de wekî koleyan tên bikaranîn. Divê hemû jinên cîhanê li dijî vê yekê bertek nîşan bidin û rabin ser piyan. Çimkî rengê êşê her dem heman e. Rengê êşa ku jinek li Efrînê dikşîne û ya li Ewropayê dijî divê wekî hev bê dîtin û li dijî vê yekê mirov bi hestiyarî tev bigere û xwedî li mafê jinê derkeve. Divê em hemû jinên cîhanê bibin yek û li dijî zihniyeta ku jinê diçewisîne serî hilde. Em li vir di nava şerd û mercên dijwar li dijî zilmê têdikoşin û têkoşîna me ya ji bo aştî û azadiyê didome. Hêviya me ew e ku hemû jinên cîhanê piştgiriyê bidin me."