ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 29 Tebax 2018
- Rojev
*Li gundê Kelekomê yê Ebaxê germava ku ava wê ji zinaran diherike û şifayê belav dike rastî eleqeyeke mezin a gel, turîstên biyanî û yên xwecihî tê. BI DÎMEN
*Xwişka Hasan Ocak yê di bin çavan de hat windakirin, Husniye Ocak der barê êrîşên li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û got wê şûnde gavê navêjin û wiha got: “Dema ku em kulîlkekê bidin ser gorên xizmên xwe wê têkoşîna me wê demê bi dawî be.”DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay daxuyakirin ku fatura krîza aborî li gel tê birîn û kampîtalîzm ji xwediyên sermayeyê re qadên rantê vedike û wiha berdewam kir: “Em dikarin li hember polîtîkayên rantxwir sekna herî rast û samîmî pêk bînin. Ji bo em bi awayekî xurt li pêş vê bisekinin divê em tifaqên xwe bi dînamîkên herêmî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û karkeran re zêde bikin.” DÎMEN HEYE
*Hanim Erarslan a ku hevjînê wê yê 18 salan di şaredariyê de dixebitî ji kar hat îxrackirin wiha got: “Tevî ku du sal e hevjînê min wisa bûye em hîna hîn nebûne. Dilê me ne rehet e. Em her tim li ser dirikan e. Ev pêvajo wê heta kengê bidome em nizanin. Lê tevî her tiştî divê em têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bi lêv kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê şertên azadiyê ava nebin û got: “Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê Gulanê Roja Aştî û Cîhanê ancax bi rakirina tecrîdê wê watedar be.” DÎMEN HEYE
*Jina afrîner, rêhevala xwezayê û ajalan Ezîza Beşo ku li dijî kevneşopiyên jinê diçewisîne li ber xwe dide got:"Bi saya hezkirina welat, xweza û ajalan li dijî kevneşopiyên ku jinê diçewisîne ez li berxwe didim. Ez hêz û feyza xwe ji welat, xweza û ajalan digirim."DÎMEN HEYE
*Jinên Êzidî yên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê heta dawî têbikoşin û gotin:"Azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzidî ye."
*Endama Rêveberiya Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê Hêvîn Reşîd diyar kir ku piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin aramî û demokrasî bi dawî bûye û got:"Qirkirin, talan, destdirêjî, revandin û binpêkirina mafên mirovan niha li Efrînê didome. Gel li Efrînê di nava şerd û mercên giran de dijîn. Li dijî van kiryarana bêdengiya cîhanê wekî balyozekî ku li demokrasiyê û aştiyê bikeve ye." DÎMEN HEYE
*Parêzkara Mafên Mirovan û Parêzer Eren Keskin gotin û talîmata êrîşên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yên derbarê çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê de got:"Gelek wezîrên mîna Suleyman Soylu hatin û çûn. Lê ev çalakiya ranewestiye, dewam kir. Va çalakiya dê dîsa dewam bike." DÎMEN HEYE