Walîtiyê Ayşe Acar Başaran li ser Twitterê asteng kir
- 08:34 29 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Dersimê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li ser hesabê xwe Twitterê asteng kir.
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran bi parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Walîtiya Dersimê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê fermî ew asteng kiriye.
Ayşeyê bertek nîşanî vê yekê da û got:"Bi vana re ciddiyeta dewletê û qabiliyet nemaye. Walitî dikare parlamenterekê ji ser medyaya civakî asteng bike? Ger hûn amirê îdarî yê wî bajarî bin wê demê wî agirî vemirînin. Ketina parlamenter a bajêr asteng nekin."