Destûr nedan heyeta HDP'ê
- 14:37 28 Tebax 2018
- Rojane
DERSIM – Heyeta ji parlamenterên HDP’ê pêk tê çû Dersimê. Heyet li ser rêya Pilîmûriye û Xozatê xwest biçe herêma şewatê, lê bi hinceta “li herêmê operasyon heye” hat astengkirin. Heyetê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Heyeta Parlamenterên HDP’ê ya ji Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhen Bîlgen, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Mahmut Togrul, Erkan Baş, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dilşat Canbaz û Kemal Bulbul pêk tê ber bi herêma şewatê ya Geliyê Balî ya Dersimê ve derketin rê. Polîsan li ser rêya Pilîmûriye konvoya heyeta HDP’ê rawestand. Polîsan rê bi bariyeran girt û bi hinceta “li herêmê operasyon heye” destûr neda heyet derbasî herêma şewatê bibe.
Heyetê bi polîsan re hevdîtin kir. Ji hevdîtinê tu encam derneket û polîsan destûra heyetê neda. Li ser vê yekê heyetê xwest di rêyên alternatîf de biçin herêma şewatê. Heyet li ser rêya Xozat û Çîçeklî carek din ji aliyê polîs û eskeran ve hat astengkirin. Li ser vê yekê heyeta HDP’ê li ser rêya bejahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku Waliyê Dersimê Tuncay Sonel di daxuyaniya daye de wan hedef nîşan daye û li herêma muhtemela bûyerek bi qewime dê walî Sonel jê berpirsyar be.