Perwerdeya mamosteyan dest pê kir

  • 11:36 28 Tebax 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Endama KPC'dê Hebûn Omer derbarê destpêkirina perwerdeya mamosteyên jin de anî ziman ku ger jin perwerde bibe dê civak jî perwerde bibe û got:"Divê hemû jin beşdarî perwerdeyê bibin û bingeha perwerdeya civakê biavêjin."
 
Endama Komîteya Perwerdeya Civakî (KPC) Hebûn Omer derbarê destpêkirina perwerdeya mamosteyên jin de bi lêv kiri ku di vê perwerdeyê de jinên Ereb jî cihê xwe digirin û got ku ew bêyî ku cudatiyê di nav pêkhateyande kin bi wekheviyek demokratîk perwerdeyê didin hemû pêkhateyan. 
 
Hebûnê da zanîn ku 52 mamosteyên jin ên Kurd û 55 mamosteyên jin ên Ereb cihên xwe di perwerdeyê de digirin û got:"Em dixwazin bi perwerdekirina jinan civakek xwedî fikirên rast û bi ehlaq ava bikin. Di perwerdeyê de ew ê mijarên wekî jîneolojî, fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, birdozî, federalî bên dîtin. Em dixwazin hemû jin beşdarî vê perwedeyê bibin ku civakek pêşketî bê avakirin."
 
'Bi rêya perwerdeyê mirov xwe û dîroka xwe nas dike'
 
Hebûnê da bi lêv kir ku bi rêya perwerdeyê mirov xwe û dîroka xwe nas dike û wiha dewam kir:"Siberoja zarokên me di mista me de ye. Divê em ji bo wan girîngiyê bidin perwerdeyê. Ji bo em nifşekî xwedî fikrên azad mezin bikin divê em xwedî li girîngiya perwerdeyê derkevin. Siberoja wan di destên me de ye divê em li wan xwedî derkevin."