'Piştî ku mir jî îşkence lê kirin'

  • 11:08 28 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - Endama ÎHD'a Enqereyê Nurayn Çevîrmen û Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Nur Aytemur ku ew jî di nava kesên cenazeyê Koçer Ozdal ji ber ATK'ê girtin de cih girtin diyar kirin ku piştî Koçer miriye jî îşkence lê kirine.
 
Cenazeyê girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku li nexweşxaneyê dest û piyên wî kelepçekirî li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da, ji ber Saziya Tipa Edlî (ATK) hat girtin. ÎHD'yiyên ku derbarê rewşa gitiyên nexweş de her hefte daxuyanî didin di her daxuyaniya xwe de bal dikişandin ser rewşa gitiyê nexweş Koçer Ozdal jî. Endama ÎHD'a Enereyê Nuray Çevîrmen û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a Enqereyê Nur Aytemûr, li ser tiştên tînin serê girtiyên nexweş axivî.
 
'Piştî ku nexweş ket bi demeke dirêj ew anîn Enqereyê'
 
Nuray Çevîrmen diyar kir ku Koçer ji 2014'an de di girtîgehê de bû, piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ket bi demeke dirêj ew anîn Enqereyê.  Nuray got ku wan ji wê pêvajiyê de rewşa tendirûstiyê ya Koçar şopandine û wiha got: "Dema ku ew anîn nexweşxaneyê gotin ku ew ê mîzdanka wî bigirin û anîn ziman ku du  gurçikên wî jî bi piroblem in.  Ji ber ku ameliyateke giran bû divê ku bedena wî ji vê re amade bûye. Lê piştre jî gotin ku kezeba wî jî av gitiye. Meznahiya pirsgirêkê ji me re ragihandin."
 
'Malbata wî agahî jê nesitend'
 
Nuray di berdewamiya axaftina xwe de got ku malbata Koçer nikaribû derbarê rewşa wî de agahî bigirta û wiha got: "Di serî de ji heftê carekê û piştre jî ji 15 rojan carekê dikaribûn hevdîtin bikira. Piştî ku girtin bin lênêrtina giran a li nexweşxaneyê jî ev pirsgirêk zêde bûn. Dema ku malabtê berî cejnê xwest derabrê wî de agahiyê bigire ji wan re hat gotin ku ew ê wan bigirin beşa lênêrtina giran a ku Koçer tê de ye lê diyar kiribûn ku dibe ev rewş zêde berdewam bike. Ew di 13'ê Tebaxê de girtibûn bin lênêrtina giran û pişter jî penceşêr li bedena wî belav bû. Piştî 22'yê Tebaxê bi cîhazê oksîjenê ve hat girêdan û di wê rewşê de jî bi nivînê ve hat kelepçekirin. Herî dawî destekî wî bê kelepçe û yek jî bi kelepçe bû. Lê dîsa malabt ji bo ku wî bibîne pirsgirêk dijiya."
 
'Piştî mirinê jî îşkence lê kirin' 
 
Nur aytemur  jî got ku li gel ku heta dawiyê hişê koçer ne li serê wî bû jî di dest û lingên wî de kelepçe hebû. Nur di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Em li ber Tipa Edîlî bi saetan man. Lê piştî ku mir jî îşkence kirin. Em ê cenaze bibin Mûşê.  Di kesayeta heval Koçer de em her roj agahdariyên gitiyên din jî digirin ." Nur di berdewamiyê de anî ziman ku divê hemû partiyên siyasî mijara gitîgehan û gitiyên nexweş bigirin rojeva xwe û ev tîşt got: " Gelek gitî wekî rehîne di girtîgehan de tên girtin. Rehînegitin û îşkencekirin êdî bûye wekî çandekê. Divê ku rayagiştî bêdeng nemîne."