Pervîn Bûldan bersiva Suleyman Soylu da
- 10:47 28 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan li ser hesabê xwe yê medyayê bersiv da gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yê derbarê êrîşên li ser Dayikên Şemiyê.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li ser hesabê xwe yê medyayê bersiv da gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku gotibû "Qey li Eminonuyê windabûn".
Pervînê da zanîn ku hevserê wê Savaş Buldan û Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku bûn qurbanê kiryarên wan nediyar li navenda Stenbolê hatin girtin û cenazeyên wan li Boluyê hat dîtin. Pervînê bi bîr xist ku têkildarî vê qetlîamê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Tirkiye mahkûm kiriye. Pervînê da zanîn ku bi hezaran kesên ku kujerên wan ne diyar e, hîn qatîlên wan nehatine darizandin.