Kenekî ne ji dil xwe li ser rûyê mirov dide der

  • 10:03 28 Tebax 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Kenekî ne ji dil xwe li ser rûyê mirov dide der. Ji pêlên koçberiyê tenê nalîn û axîn ji mirov re dimîne. Ji ber ku welatê mirov evînek bêdawî ye loma êşa wê jî mezin e. Tevî vê êşa mezin ku her dem jin û zarok ber bi kortalên mezin ve bir, dîsa jî hêvî heye. Hêvî wekî taceke kesk, sor û zer xwe li ser serê zarok û jinan datîne."
 
Sorgul Şêxo
 
Bi destpêka krîza Sûriyeyê hêzên hegemon tenê ji bo berjewendiyên xwe xizmet kirin û di encama vê yekê de gund, bajar hatin hilweşandin. Kuştin, darizandin, zindî zindî şewitandin li ser mirovan hatin ferzkirin. Rengê jiyanê tevahî hat tarîkirin bêyî bêjin ev gewr an jî reş in. Mafên zarokan ji destên wan hatin girtin. Koçberî, wêranî para gel ket. Çi zarok çi jin, çi ciwan çi yextiyar hemû kes bi îşkenceyên mezin rû bi rû man. Tevî hemû zor û zehmetiyan jina Kurd û gelê Kurd serî netewandin û heta niha berxwe didin. 
 
Ji ber planên qirêj ên sîstemên desthilatdar gelê Kurd her dem bi qirkirin, talanî, îşkence û koçberiyê rû bi rû mane. Yên ku herî zêde ji vê yekê bi bandor bûne jî zarok û jin in. Bi koçberiyê jin û zarok ber bi pêlên jiyanek bê wate dibezin. Di nava pêlên koçberiyê de jiyanek dijwar û dûrî welat heye. Ya girîng jî ew e ku welatê tu kesî nabe wekî welatê mirov. Hesretek mezin di dilê mirovê ku ji welatê xwe dûr dikeve bi cih dibe. Gelek zarok ji hembêza dayikên xwe dûr dijîn. 
 
Kenekî ne ji dil xwe li ser rûyê mirov dide der. Ji pêlên koçberiyê tenê nalîn û axîn ji mirov re dimîne. Ji ber ku welatê mirov evînek bêdawî ye loma êşa wê jî mezin e. Tevî vê êşa mezin ku her dem jin û zarok ber bi kortalên mezin ve bir, dîsa jî hêvî heye. Hêvî wekî taceke kesk, sor û zer xwe li ser serê zarok û jinan datîne.