'Dixwazin demografiya Efrînê biguherin û Kurdan tune bikin'

  • 09:46 28 Tebax 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Endama Koordinasyona Şaredariyan a Efrînê Nûrşan Husên derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê diyar kir ku bi rêya şewitandina xwezaya Efrînê tê xwestin ku demografiya Efrînê bê guhertin û Kurdan tune bikin. 
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wî êrîşî Efrînê kirin şûnde mirovên li Efrînê rastî îşkence, revandin, destdirêjî, qetilkirinê hatin. Xwezaya Efrînê jî bi vê yekê bi şewitandinê rû bi rû ma. Têkildarî mijarê de Endama Koordinasyona Şaredariyan Nûrşan Husên anî ziman ku polîtîkayên ku li ser Efrînê tên meşandin li dijî mirovahiyê ye û got:"Gelê li Efrînê her roj bi pêkûtiyên li dijî mirovahiyê rû bi rû dimînin. Malên wan tên talankirin, tên revandin û beramberî vî tiştî jî pere ji malbatan tê xwestin. Ji bo ev kiryarên dijmirovahî bi dawî bê divê hestiyariyek bi saya raya giştî bê avakirin û cîhan li dijî van kiryarên dijmirovî bêdeng nemîne."
 
Nûrşan Husên da zanîn ku kiryarên ku li dijî gelê Efrînê û xwezayê tê kirin nayê qebûlkirin û got:"Dewleta tirk hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Efrînê zirarê dide xweza û nirxên gelê Kurd. Êrîşên li dijî goristana Nûrî Dersîmî jî yek ji kiryarên dewleta tirk a dijmirovî ye. Ew her dem êrîşî dîrok, çand, huner, xweza, nirxên neteweyî yê gelê Kurd dikin. Bêrêzdariyê şanî nirxên gelê Kurd didin. Gelê Kurd bi salan e ku li dijî van êrîşana li ber xwe dane û niha jî li berxwe didin. Lê divê li dijî vê yekê cîhan jî bêdeng nemîne."
 
'Êrîşî nirxên neteweyî yên gelê Kurd dikin'
 
Nûrşanê da zanîn ku li Efrînê êrîşî nirxên neteweyî yên gelê Kurd dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê navên gundan jî diguherin. Navên Erebî û Tirkî li gundan tên kirin. Hilweşandina goristanên Şehîdan û êrîşa li dijî xwezayê parçeyek ji xwestina tunekirina Kurdan e. Êrîşa li dijî ajalan û darê zeytûnê nîşan dide ku dewleta tirk rêzê nîşanî xwezayê û hemû zîndewaran nadin. Divê neteweyên yekbûyî û hemû ekolojîst li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Gelê li Efrînê her roj bi pêkûtiyên li dijî mirovahiyê rû bi rû dimînin. Malên wan tên talankirin, tên revandin û beramberî vî tiştî jî pere ji malbatan tê xwestin. Ji bo ev kiryarên dijmirovahî bi dawî bê divê hestiyariyek bi saya raya giştî bê avakirin û cîhan li dijî van kiryarên dijmirovî bêdeng nemîne. Bi rêya şewitandina xwezaya Efrînê tê xwestin ku demografiya Efrînê bê guhertin û Kurdan tune bikin. Li dijî van kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Kurd berxwe dide û dê berxwedan bidome."