'Ji bo aştî, azadî û demokrasiyê Kongreya Neteweyî pêwist e'

  • 09:04 28 Tebax 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Endama Koordinasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Haystan Xelef rewşa dawî ya siyasî nirxand û got:"Ji bo ev alozîya siyasî bi dawî bibe û yekîtî pêk were, ji bo aştî, azadî û demokrasiyê Kongreya Neteweyî pêwist e."
 
Endama Koordinasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Haystan Xelef rewşa dawî ya siyasî nirxand û diyar kir ku ji bo gelê Kurd nebin qurbanê berjewendiyên hêzên hegemon yekîtî pêwist e û got ku ji bo destkeftiyên gelê Kurd hedef neyê girtin û mayinda bimîne divê Kongreya Neteweyî pêk were. 
 
Haystan Xelef bi lêv kir ku hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe her dem destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin û wiha got:" Li ser xwîna gelê Kurd hêzên hegemon her xwestine ku bigihêjin armancên xwe. Niha jî rewşa siyasî ya dawî vê yekê nîşan dide. Loma divê em her dem hişyar bin û li ser esasê yekîtiyê li berxwe bidin. Di bin navê çareserkirina aloziyan de hêzên hegemon tenê ji berjewendiyên xwe xizmetê dikin. Dagirkirina Efrînê ya bi destên Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê jî mînakek vê yekê ye. Niha li tevahî Rojhilata Navîn sîstemek yekperest heye û yên ku di nav vê sîstemê de diçewisin gel bi xwe ye. Ne siberoja gel berjewendiyên takekesî derdikeve pêş. Serîldana gel ji bo ev sîstema yekperest bê hilweşandin gelekî girîng e."
 
'Sedema kaos û qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê sîstema yekperest e'
 
Haystanê anî ziman ku sedema kaos û qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê sîstema yekperest e û wiha domand:"Dema ku em li rewşa siyasî ya herî dawî dinêrin sedema kaos û qeyrana aborî ya li Rojhilata Navîn yek jê sîstema yekperest a dewleta tirk e. Yên ku dewletê bi rê ve dibin sedema kaosan wekî PKK nîşan dide. Lê ev yek nîşan dide ku ji bo yên ku dewleta tirk bi rêve dibe kêmasiyên xwe dixwazin bi reşkirina PKK'ê veşêrin. PKK'ê li Reqa û Minbicê bi têkoşîna xwe dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê têk bir û hemû cîhan bû şahidê vê yekê. Hemû cîhan dizane ku îktidara heyî ya li Tirkiyeyê sedemek jê kaos û qeyrana aborî ya Rojhilata Navîn e. Divê gel hêzên xwe yên gund û bajaran xurt bike. Çimkî divê em xwe li dijî êrîşên dagirkeran biparêzin."
 
'Kongreya Neteweyî dê bibe bersiva kaosa Rojhilata Navîn'
 
Haystanê bal kişand ser girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo parastina deskeftiyên gelan û demokrasiyek mayinde divê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Ji bo ev alozîya siyasî bi dawî bibe û yekîtî pêk were, ji bo aştî, azadî û demokrasiyê Kongreya Neteweyî pêwist e. Ji bo gelê Kurd nebin qurbanê berjewendiyên hêzên hegemon yekîtî pêwist e û got ku ji bo destkeftiyên gelê Kurd hedef neyê girtin û mayinda bimîne divê Kongreya Neteweyî pêk were. Ji bo parastina maf û hebûna hemû gelan têkoşîna gelê Kurd gelek girîng e. Loma divê hemû cîhan piştgiriyê bide têkoşîna gelê Kurd."