Dayikên Mexmûrê êrîşa li ser Dayîkên Şemiyê şermezar kirin
- 09:02 28 Tebax 2018
- Rojane
MEXMÛR - Dayikên Wargeha Penaberan a Mexmûrê erîşa dewleta tirk a li ser Dayîkên Şemiyê şermezar kirin û berxwedana wan silav kirin.
Dayikên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) erîşa dewleta tirk a li ser Dayîkên Şemiy şermezar kirin û wiha gotin: "Em weke dayîkên penaber tekoşîn û berxwedana Dayîkên Şememiyê slav dikin û gotin; dewleta tirk li şuna ku hesap bide êrîşî Dayikên Şemiyê dike. Ev ne edalet e, ev bê edaletî ye."
'Em ê xwedî li Dayikên Şemiyê derkevin'
Dayîka bi navê Fadîle Yilmaz di despêka nirxandina xwe de wiha got: "Dayîkên Şemiyê bi hêviyek mezin li Qada Galatasarayê kom dibin ji bo aqûbeta windahiyên xwe bi pirsin, rejîma AKP' ê dî tehmûla dayîkan jî nake û êrîş dike. Dewleta tirk ku her cure êrîşan dibe ser dayîkan û nahêle li xizmên xwe yên winda bipirsin. Em ê heta dawiyê piştevanên Dayikên Şemiyê bin."
'Xedîderketina li Dayikên Şemiyê erk û rumeta me ye'
Dayîka bi navê Gewher Aydemîr jî di despêka nirxandina xwe de got: "Wekî tê zanîn her heftê Dayîkên Şemiyê ji bo lêpirsîna xizmên xwe yên winda ev bu heftaya 700' dî li qadan kom dibin, dewleta tirk hovane êrîşî dayîkan kir. Dayîkên ku hêvî dikin her hefteya çalakiyê li dar dixin agahiyekê derbarê xizmên xwe yên winda de bigirin bi êrîşan re rûbirû dimînin. Em êrîşên li ser dayikên Şemiyê şermezar dikin û dibêjin ku em piştevganên wan in."
' Li şûna ku hesap bidin hesap diprisin'
Dayîka bi navê Hacer Kara jî wiha got: Bi salane Dayîkên Şemiyê ji bo ku agahiyekê derbarê xizmên xwe yên winda de bigirin her hefte li qadan kom dibin. Dewleta tirk a dagirker di bedêla ku kujerên ximzên dayikan ên winda darizîne ji dayikan re astengiyan derdixe û herî dawî jî di hefteya 700' de bi hovane êrîşî dayîkan kir. Di çalakiya dayîkan de bê ku mezin, biçûk cuda bike êrîş kir. Em wekî dayîk êrîşa dewleta tirk şermizar dikîn. Şuna ku Dewleta Tirk a dagirker hesap bide ji Dayîkên Şemî hesap dipirse. Ev ne edalete, ev bê edaletî ye."
'Lêgerîna li zaroka xwe mafê her dayikê ye'
Dayîka bi navê Cemîle Kara jî di nirxandina xwe de wiha got :"Mafê her dayîkekê hey ku li şehîd, girtî û zarokên xwe yên winda bipirse. Bê guman Dayikên Şemiyê jî wekî her hefte ji bo eqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin li qadan bang li rayedaran dikin ku kujerên zarokên wan bên darizandin û zarkên wan an mirî yan jî zindî bidin wan. Em êrîşa dewleta tirk a dagirker bi tundî şermizar dikin."