ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 28 Tebax 2018
  • Rojev
*Dayikên Wargeha Penaberan a Mexmûrê erîşa dewleta tirk a  li ser Dayîkên Şemiy şermezar kirin û berxwedana wan silav kirin. 
 
*Endama Koordinasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Haystan Xelef rewşa dawî ya siyasî nirxand û got:"Ji bo ev alozîya siyasî bi dawî bibe û yekîtî pêk were, ji bo aştî, azadî û demokrasiyê Kongreya Neteweyî pêwist e." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordinasyona Şaredariyan a Efrînê Nûrşan Husên derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê diyar kirin ku bi rêya şewitandina xwezaya Efrînê tê xwestin ku demografiya Efrînê bê guhertin û Kurdan tune bikin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku ew wek jinên HDP’ê hem derbarê meclîs û hem jî der barê hilbijartinên herêmî de nîqaşan dimeşînin û amadekariyên cidî dikin. Zuleyha wiha got: “Jin wê dema nû nexşerêya xwe xêz bikin. Di şaredariyên bên bidestxistin de ewil wê saziyên jinan yên hatine girtin bê vekirin. BI DÎMEN
 
*Derbarê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ku wê di 1'ê Îlonê de li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin Endama Çand û Hunerê ya Şengalê Mîdiya Eliyas got:"Em ê jî beşdarî mîhrîcana çand û hunerê ya Rojavayê Kurdistanê bibin. Loma em amadekariyên xwe dikin. Em gelekî bi kelecan in . Ji ber ku çand û huner nasname û nirxên netewî ne. Divê em li nasname û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin." Her wiha Endama Kevana Zêrîn a Şengalê Dildar Hisên jî anî ziman ku çand û huner bingeha netewek azad e û divê hemû kes li çand û hunera xwe xwedî derkevin. 
 
*Sê xwişkên ji aliyê cerdevanê gund Tekîn G ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatin hiştin bi malbata xwe re ji ber pêşdarazan koç kirin û mahkumê xizaniyê hatin kirin. Ji bo gumanbar Tekîn G jî ev 20 mehe ji doza tê darizandin ceza nehatiye dayîn.Malbata ji neçarî koç kir û di rewşek xerab de ye banga piştevaniyê li hiqûqnasên jin û her kesî kir. BI DÎMEN
 
*Hulya Dokur li Artvînê ji ber li dijî madenê derket, neçar ma dukana xwe ya ku berhemên organîk difirot bigire. Hulya niha berhemên xwe li ser tezgahan difroşe û diyar kir ku bi dehan esnafên wek wê hene û got ew ji zextan natirse, wê tu car dest ji parastina Artvînê bernede. BI DÎMEN
 
*Li Semsurê ku yekene çavkaniya debara gel tutune, bi vî pereyî hem zarokan didin xwendin hem jî lêçûna malê dikin. Zeynep Horuz got sala borî ji ber qedexeyê tutuna wan di destê wan de ma û got ew îsal jî nefroşin wê birçî bimînin. BI DÎMEN
 
*Bi destpêka krîza Sûriyeyê hêzên hegemon tenê ji bo berjewendiyên xwe xizmet kirin û di encama vê yekê de gund, bajar hatin hilweşandin. Kuştin, darizandin, zindî zindî şewitandin li ser mirovan hatin ferzkirin. Rengê jiyanê tevahî hat tarîkirin bêyî bêjin ev gewr an jî reş in. Mafên zarokan ji destên wan hatin girtin. Koçberî, wêranî para gel ket. Çi zarok çi jin, çi ciwan çi yextiyar hemû kes bi îşkenceyên mezin rû bi rû man. Tevî hemû zor û zehmetiyan jina Kurd û gelê Kurd serî netewandin û heta niha berxwe didin. JI PÊNÛSA JINAN