'Civaka Tirkiyeyê û kurd tecrîda li ser birez Oclan qebûl nakirin'

  • 17:38 27 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan a ku piştî serdana Buroya Hiqûqê ya Asrînê axivî wiha got: "Herçend ku tê xwestin birêz Abdullah Ocalan bi tecrîda girankirî bê îzolekirin jî civaka Tirkiye û Gelê Kurd wê rewşa wî qebûl nekin."
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û parlamenterên HDP2ê  Zuleyha Gulum, Ebru Gunay, Erol Katircioglu, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Stenbolê Cengîz Çîçek çûn serdana Buroya Hiqûqê ya Asrînê.  Piştî serdanê daxuyanî hat dayîn.
 
'Divê her kes li dijî tecîrîdê derkeve'
 
Di daxuyaniyê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, diyar kir ku der barê tenduristiya Abdullah Ocalan ku ji sala 2015'an heta niha agahî jê nastînin, bê agahî ne û wiha got: "Em ji tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan bê agahî ne. Tecrîd tenê bi Ocalan ne bi sînor e. Tecrîdkirina Îmralî îro li her dera welat belav bûye. Pergala taybet a Îmraliyê bûye deqek reş û ketiye rûpelên dîrokê. Astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran re sûcê mirovahiyê ye. Me tu carî keda Birêz Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê ji bîr nekiriye. Ger ku li Tirkiye di pêvajoya aştiyê mirovan destê xwe dan hev û êşên hev hîs kirin bi xêra Birêz Ocalan pêk hat. Îro krîza ku Tirkiye dijî bi pergala Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd rabe. Têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê peywira hemû welatiyan e. Divê her kes li mafê jiyanê xwedî derkeve. Divê her welatî li dijî tecrîdê rawestin. Divê her kes ji tecrîdê re bêjin na." 
 
'Bi tecrîdê re krîz û kaos jî giran dibe'
 
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan jî  anî ziman ku wan der barê rewşa Abdullah Ocalan de agahî ji parêzerên wî girtine û wiha got: "Em di pêvajoya ku Birêz Ocalan di milê hiqûqî de nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin dijîn. Divê civak û gelê Tirkiye baş zanibe ku ji sala 2011'an heta 2015'an aştiya pêş ket ji bo pêşeroja Tirkiye pêngavek nû bû. Krîz û kaosa ku niha pêş ketiye jî bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ez wekî kesek ku herî zêde bi Ocalan re hevdîtin kir dikarim bêjim ku piştî 2015'an tecrîdê dest pê kir. Ziyareta bi Birêz Ocalan re hem ji bo demokratikbûna Tirkiye û hem jî ji bo kiriza li Rojhilata Navîn pir girîng e. Birêz Ocalan rolek mezin dabû ser xwe. Ji bo Aştiya  Tirkiye û çareseriyapirsgirêka kurd a demokratîk perspektifên girîng pêş xistibû. Kaos û krîza li Tirkiye pêş dikeve raste rast bi terîdkirina Ocalan ve girêdayî ye. 
 
'Konsepta şer esas hatiye girtin'
 
Pervîn, da zanîn ku hin caran bi sedema "keştî xerabe ye", hin caran bi sedema "muxalefeta hewayê" û hin caran bi sedemên din 4 salin nikarin biçim Îmraliyê û wiha got: "Wê demê be bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk dianî. Wê demê ev konsept e. Xuya dike ku yên vî welatî bi rêve dibin konsepta şer ji bo xwe esas digirin. Dewlet û hikûmeta ku konsepta aştiyê nas nekirin û konsepta şer diparêzin bila zanibin mijar ne tenê ziyareta malbat û parêzeran a bi Ocalan re ye. Ji ber ku ev şer tenê bandorê li ser kurdan nake. Şerê heyî bandorê li ser hemû civaka Tirkiye dike. Bombeyên tên avêtin bandorê li ser hemû beşên civakê dikin. Tenê li ser sifra kurdan nakeve. Bombe u guleyên dibarin raste rast bandorê li ser hemû beşên civaka Tirkiye dike."  
 
'Bila tecrîd bê rakirin'
 
Pervîn, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û xwest êdî tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin dest pê bikin. Pervîn, da zanîn ku pêl bi pêl tecrîdê giran dikin û di milê hiqûqî, siyasî, zagonî û sincî de ev tevrîda tê meşandin nayê qebûlkirin û wiha bi dawî kir: "Birêz Ocalan û rayedarên dewletê 3 salan li ser maseyekê rûniştin. Ji bo pêşeroja Tirkiye hevdîtin kirin. Lê niha Birêz Ocalan bi tecrîdkirina giran îzole dikin. Divê civaka Tirkiye û gelê kurd vê yekê qet û qet qebûl nekin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û bi lezgîn hevdîtin bê kirin."