Dayikên Şemiyê: Ji dozgeran re bibêjin bila van dosyayan bi encam bikin
- 16:36 27 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi daxuyaniya ku dan êrîşên Suleyman Soylu ên li dijî çalakiya xwe şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê di hefteya 701'emîn a çalakiya xwe de jî biçin Qada Galatasarayê. Dayikan anî ziman ku wan dixwest Suleyman Soylu ji bo dosyayên wan bang bên bi encmakirin bang li dozgeran bikira.
Êrîşa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku di 25'ê Tebaxê di hefteya 700'emîn de hat kirin û binçavkirina xizmên windayan a bi îşkenceyê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê ku hat lidarxistin hat şermezarkirin. Li salona civînê pankarta "Em dest ji lêgerîna kesên xwe yên winda bernadin" hat daliqandin û wêneyên kesên ku ji bin çavan de jiyana xwe ji dest dan jî hatin daliqandin. Di civînê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) Garo Paylan, Huda Kaya, Oya Ersoy, parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Serokê ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên Şemiyê; Emîne Ocak, Îkbal Eren, Hanîfe Yildiz, Masîde Ocal, Besna Tosun, Hanim Tosun, Mirovê Şemiyê Mîkaîl Kirbayir, Huseyîn Ocal, Alî Ocak û gelek xizmên windayan amade bûn.
'Êdî ev helwest ket merhaleyek din'
Di destpêka civînê de Gulseren Yolerî axîvî û wiha got: "Jiyîna vê bûyerê di hefteya 700'emîn de helwesteke cuda bû. Daxuyaniya Wêzîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya vê hefteyê jî ev helwest aniye merhaleyeke din."
'Em hikûmetê hişyar dikin'
Li ser navê komê jî daxuyanî ji aliyê Gulserenê ve hat xwendin. Gulseren diyar kir ku êrîş xespkirina mafên qanûnî ye û Qeymeqamê Beyogluyê bi awayê kêfî çalakî qedexe kiriye. Gulserenê anî ziman ku di encma êrîşê de 47 kes hat binçavkirin, ew vê qedexeya dijqanûnî şermezar dikin û diyar kir ku ew ji bo hikûmet vê şaşya xwe dubere neke hişyar dikin.
'Pediviya çalakiyê bi mezinkirinê heye'
Gulseren wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Ev berxwedana 700 hefteyî kêm jî be bû sedem ku hin kujer hesap bidin. Lê pêdivî bi mezinkirina çalakiyê heye. Di hefteya 700'emîn de gelek kes ji bo piştgiriyê hatin Qada Galatasarayê. Em ji hemûyan re spas dikin. Ji ber ku wê ev kes di heteya 701'emîn de jî bên û pişgiriyê bidin em ji niha ve ji wan re spas dikin."
'Di bedêla ku tu me rexne bikî berpirsan darizîne'
Piştî Gulserenê Masîde Ocal axivî. Masîde wiha got: "Ez îro li hember we hem wekî aktîvîsta mafên mirovan û hem jî wekî keseke endama ÎHD'ê diaxivim. Wekî ku hûn jî dizanin her hefte em li ber Lîsya Galatasarayê çalakiyê li dar dixin û hestiyên xizmên xwe dixwazin û dixwazin ku kujerên wan bên darizandin. Li dijî tundiya ku li me hat kirin em dikarin vê bibêjin; Kesên ku Hasan di bin çavan de dîtine hene. Em vê û rapora Tipa Edlî careke din bi bîr dixin. Axaftina Suleyman Soylu ya ku îro kir wê bandorê hem li ser doza biryayê min Hasan bike hem jî li ser dosyayên din bike. Ev axaftin ji bo girtina dosyayan a ji aliyê dozgerna ve mudaxele ye. Sozê ku Serokomar Erdogan dabû Dayika Berfo hebû hîna ew dosya nehat nûkirin. Me dixwest û rayedarên dewletê fermana qanûn bê bicihanîn bida. Di bedêla ku me rexene bikin bila talîmata ku dosa bên biencamkirin bidin dozgeran."
Mîkaîl Kirbayir: Were meydanê û me guhdar bike
Piştre ji xizmên windayan Mîkaîl Kirbayir axivî û wiha got: "Kesên ku can û cîgera me ji me girtin, ne heq in. Em ji bo vê têkoşînê didin. Em li gor tu kesan tevnagerin. Em îrade û cesareta xwe ji mafdarbûna xwe digirin. Te winda kiriye em ji ji te dawedar in. Tu nikarî vê qadê li me qedexe bikî. Divê ku tu bêyî wê qadê û li me guhdar bikî."
Hanîfe Yildiz: Dilê min min tîne vir
Piştre ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildz axivî û ev tişt got: "Ez di sala 1996'an de çûm Enqeryê lê rayedaran min di ser guhê xwe re avêtin. Ez li ewladê xwe digerim. Kî xwedî li min derkeve ez ê li gel wan bim. Ez wekî dayika Murat hatim vir lê mindît ku gelek Murat hene. Ez dayika wan im jî. Di hevdîtina ku li Dolmabahçeyê hat kirin de ez jî hebûm. Erdogan di ser me re pesnê xwe da û niha jî Suleyman Soylu pesnê xwe dide. Divê ku em bihata guhdarkirin. Kesek min bi kar nîne. Dilê min min tîne wir."
Îkbal Eren: Cîhan bahsa Dayikên Şemiyê dike
Piştre Îkbal Eren axivî û wiha got: "25'ê Tebaxê wekî rojeke reş cihê xwe di dîrokê de dît. Me 699 hefteyan pirsgirêka xwe anî ziman. Niha cîhan bahsa Dayikên Şemiyê dike. Ez xwişka Hayretîn eren ê ku berî bi 38 salan hatiye windakirin im. heta 306 rojan kesekî dengê me ne bihîst. Wê heftê Emîne Erdogan xwest bi me re hevdîtinê bike. Dema ku dayikên me pê re hevdîtin kirin. Emîne matmayî maye ku çima heta niha hikûmetê bi me re hevdîtin nekiriye. Serokwezîrê Serdem ji me re got; 'wekî hikûmet tişta bikeve ser milê me ji bo ku em êşên xizmên windayan sivik bikin em ê pêk bînin.' Piştî hevteya 306'an me çi got piştî ku em bi serokwzîr re axivîn jî me 394 hefteyan heman tişt got. Daxwazên me neguherîn. Me tenê di hefteya 700'emîn de xwest ku em dengê xwe bilind bikin."
Piştre dîsa Masîde Ocak axivî û got ku ewê di hefta 701'emîn de jî li ber Lîseya Galatasarayê bin."