'Di nava sîstemek demokratîk de dê têkoşîna me bidome'
- 16:34 27 Tebax 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Jinên ku tevlî 3'emîn Kongreya TEV-DEM'ê bûn nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Tevgera Civaka Demokratîk modelek girîng, serkeftî ye ji bo rêxistina tevahî gelan û jin jî di nava vê tevgerê de xwedî rolek girîng e.
Li bajarokê Rimêlanê yê giradayî navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê li navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran 3'emîn Kongreya TEV-DEM'ê bi dirûşma" Bi civaka azad serkeftin misoger dibe " dest pê kir. 500 delegeyên ji herêmên Cizîr, Kobanê, Şehbayê û şandeyên ku ji Şamê, Libnanê, Ewropa, Başûrê Kurdistanê, Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê beşdarî kongreyê bûn. Jinên ku tevlî 3'emîn Kongreya TEV-DEM'ê bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin ku di nava sîstemek demokratîk de dê têkoşîna me bidome.
Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer derbarê 3'emîn Kongereya TEV-DEM'ê de wiha got:"Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha Tevgera Civaka Demokratîk bi awayekî rêxistinkirî ji têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê gel bi rêxistin kir. Di çaçoveya jiyanek azad û siberojek ronî de me xebatên xwe pêş xistin û me komîn, meclîs, sîstema hevserokatiyê ava kir. Ji bo perwerdeya gel me gavên girîng avêt. Niha jî ji bo em xebatên xwe mezintir bikin û di qada rêxistinbûyinê de bêtir pêş bikevin em hewl didin. Xalek girîng yek jê ew e ku jin di nava van xebatan cihê xwe bigirin û birêxistin bibin. Berî Şoreşa Rojava jin ji gelek mafên xwe yên jiyanî bêpar hatibûn hiştin û di nava çar dîwaran de dihat hepiskirin. Lê niha jin di nav tevgerek azad e dikarin ku mafên xwe biparêzin. Armanca me ew e ku em vê yekê zêdetir bikin. Em hewl didin ku sazî û rêxistinên cuda jî tevlî tevgerê bibin."
'Tevgera Civaka Demokratîk bû sîwana şoreşa jinê'
Delegeya Kongreya TEV-DEM'ê Şadiya Omer anî ziman ku Tevgera Civaka Demokratîk bû sîwana şoreşa jinê û got:"'Tevgera Civaka Demokratîk bû sîwana şoreşa jinê, jin bi rêxistin kir û di heman demê de gel jî birêxistin kir. Ji bo ev birêxistin mezin bibe, ji bo jiyanek azad û demokratîk em ê heta dawî têbikoşin. Di nava sîstemek demokratîk de dê têkoşîna me bidome."
"