Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya li Dêrsim

  • 14:47 27 Tebax 2018
  • Rojane
DERSÎM - Heyeta HDP’ê ku ji 11 parlamenteran pêk tê, dê sibê biçe herêma şewatê ya Dersimê û li herêmê lêkolinê bike.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca şewata daristanan a li  Dersîmê lêkolîn bike dê heyeta ku ji 11 wekîlan pêk tê bişîne Dersîmê. Heyeta HDP'ê dê sibê saet di 10:00'an de biçin Dersimê û li herêma şewatê lêkolîn bikin. Dê ewil biçin esnafan ziyaret bikin û saet di 12.00'an de jî biçin herêma şewatê lekolîn bikin. Saet di 19.00'an de jî dê li Qada Seyit Riza daxuyaniye bidin çapemeniyê. 
 
Heyeta ku ji Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Mahmut Togrul, Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Danış Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tîryaki Dilşat Canbaz, Kemal Bulbul pêk tên dê sibe biçin Dersimê.