Starta mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat dayîn
- 14:41 27 Tebax 2018
- Rojane
AMED – Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl dest bi amadekariyên mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Îstasyonê pêk bê kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, partiyên siyasî yên din û rêxistinên civakî yên sivîl dest bi amadekariyên mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kirin. Li avahiya HDP’a Amedê civîna ji bo mitîngê hat lidarxistin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên KCD’ê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Selçûk Mizrakli, Îmam Taşçier, Dersim Dag, Semra Guzel û Salîha Aydenîz beşdarî civînê bûn. Dê ji bo destûra mitîngê Komîteya Amadekar a Mitîngê serî li Walîtiya Amedê bide.
Di civînê de Endama MYK’ê ya HDP’ê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku ew ê bi dirûşma “Aştî nayê tecrîdkirin” dê mitîngê li dar bixin û got: “Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Em ê bersiva vê pêvajoyê bidin. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Em ê tecrîdê bişkênin. Divê em beşdariyek xurt tev li mitîngê bibin.”
Pişt re civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Hat zanîn ku dê di çarçoveya amakedariyên mitîngê de esnaf û welatî bên ziyaretkirin, li bazar û kolanan û malan belavok bên belavkirin.