'Bila derbarê rayedaran de lêpirsîn bê destpêkirin'

  • 13:44 27 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê bi piştevaniya ku da çalakiya Dayikên Şemiyê diyar kir ku êrîşên li dijî dayikan şerma Tirkiyeyê ne û wiha got: "Pêkanînên dijmirovê yên li dijî Dayikên Şemiyê li ber çavê her kesî hatin pêk anîn. Ji ber vê divê derbarê rayedaran de lêpirsîn bê destpêkirin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi çalakiyên ku li gelek navendan li dar xist bertek nîşanî êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê ku di hefteya 700'emîn de hat kirin da.
 
Amed
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê, Rêxistina DBP’ê ya Amedê, Rêxistina ESP’ê ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Dayikên Aştiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Amedê pêk hat û daxuyaniyê Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn xwend. Buluttekîn di destpêkê de mudaxelaya li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir. 
 
'Ji dayikan ditirsin'
 
Fîlîz di destpêkê de mudaxelaya li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir û wek êrîşa feraseta faşîst pênase kir û got: “Ev êrîş di esasê xwe de tirsa li dijî bawerî, wêrekî û rêxistinbûna mirovên berxwedêr e. Ev êrîş hêrsa naxwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin e.  Çalakiya xizmên windayan her demê desthilatdariyan aciz kiriye û gellek caran bi astengiyan re rû bi rû maye. Bi salan e bersiva pirsa dayikan nehatiye dayîn: Çima hûn kiryaran nabînin? Hûn çi ji kî vedişêrin?” Buluttekîn bal kişand ser berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi salan e têdikoşin û edaletê dixwazin û got: “Yên bi ser bikevin dê tevahiya gelan bin."
 
'Em di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîahanê de bi hev re ne'
 
Fîîz di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku biryarnameyên pergala nû ya Tirkiyeyê OHAL' derabs kirin û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Em dizanin ku li dijî vê hovîtiyê tenê çareyek me heye û ew jî yekitî û rêxistinbûn e. Li ser vî bingehî em ê  rêzdariya  xwe ya ji bo berxwedana Dayikên Şemiyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî dubare bikin."
 
Mêrdîn
 
Rêxistina navenda Mêrdînê ya HDP’ê êrîşa ku li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin bi daxûyaniyekê li Parqa Karayollarî şermezar kirin. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, TJA, KESK, Dayikên Aştiyê, Nivîskar, rêvebir û rêxistinên HDP û DBP’ê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî Hevserokê navenda HDP’ê Alî Sîncar xwend.
 
Alî, anî ziman ku Dayikên Şemiyê di 27’ê Gulana 1995’an  ve li Qada Galatasarayê ji bo kiryar bên dîtin çalakiya rûniştinê pêk anîn û wiha got: “Dayikên Şemiyê ji bo kiryar bên dîtin 700 heftene çalakiyên xwe didomînin. Di 25’ê Tebaxê de polîsan bi gazê, bi copan û guleyên plastîk êrîşî Dayikên Şemiyê kirin.”
 
Alî, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyek demokratik û sivil e û got ku ev  êrîşek antîdemokratîk e û wiha bi lêv lir: “Di cihanê de êrîşek bi vî hawî nehatiye kirin. Em êrîşa ku li dijî dayik û parlementerên me hat kirin şermezar  dikin. 16 dayikên ku aqûbeta zarokên xwe dipirsîn, hîn gora zarokên xwe çênekirin jiyana xwe ji dest dan. Dayika Berfo, Dayika Guzel û 14 dayikên dinê. Em dibêjin ku serê hemûyan sax be.”
 
Alî, di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got: “Kesên ku zarokên van dayikan winda kiriye wê rojekê îktîdara xwe winda bikin. Em bang li hemû kesan dikin ku ji bo maf, hiqûq û edalatê têbikoşin.” Piştî axaftinê bi çepikan dirûşmên “maf, hiqûq, edalet” hat berzkirin.
 
Piştre Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê  Tuma Çelîk axivî. Tuma, da zanîn ku Dayikên Şemiyê wicdanê vî welatî ne û wiha pêl da axaftina xwe: “Beriya bi salan Dayikên Şemiyê li dijî komkujî û mirinan çalakîyek dan destpêkirin. Ji bo ev rastî neyên bihîstin her cure êrîş dikin. Beriya du rojan êrîşek hat kirin û wateya vê êrîşê gelek mezin e. Ji ber ku beriya çend salan li Tirkiyeyê dîsa êrîş, komkujî û nêzîkatiyekî faşîzane hebû û em îro dî bi heman tiştan re rû bi rû ne. Îktîdar naxwaze ku neheqiyên ku tên jiyîn derbikeve holê. Lewra jî dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin û televîzyonên me jî girtine. Bi vî hawî tasfiye hatiye kirin. Ew dixwazin ku em çavên xwe bigirin û tiştekî nebînin. Ji tiştên ku tên jiyîn êrîşî wîcdanê gel dikin. Em ji vî welatî re azadî, demokrasi û wekheviyê dixwazin. Em ê tu carî tavîz nedin.”
 
Daxuyanî bi çepikan û dirûşma“Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin” bi dawî bû.  
 
Şirnex
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi armanca êrîşa polîsan a di hefteya 700'emîn de li Qada Galatasarayê li dijî Dayikên Şemiyê pêk anî şermezar bikin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmir û Huseyin Kaçmaz, endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Şirnexê amade bûn. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, erîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir û wiha got: "Em van êrîşan û vê ferasetê di salên 90'an de nas dikin. 17 sal berê li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê bang li Serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê Serdar Tanış û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Deniz kirin. Lê piştî çûn Fermandariya Cendirmeyan carek din agahî ji wan nehat girtin. Îktirara niha bi fermandayinê li sûcê îktidara wê demê pêk anîye xwedî derdikeve." 
 
Zekî, anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di cîhanê de eleqe û hurmetek mezin dîtiye û li vî welatî çalakiya herî demdirêj a rewa ya lêgerîna heq û hiqûqê ye. Îrmez wiha bi dawî kir: "Divê bi lez daraza ku kesên di bin çavan de winda dike, ferman dide windakirinê, kesên tewşîkî sûc dike û hemû kesên berpirsiyarê windakirinê bên dîtin û darizandin. Em êrîşa li dijî Dayikên Şamiyê bi tundî şermezar dikin." 
 
Edene
 
Rêxistina HDP'e ya Edeneyê jî bi heman armancê li pêş avahiya xwe daxuyanî da û êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê pankarta “Kîjan zarok ji bo dayika xwe ne çûkek nadîr e" vekirin. Nûnerên rêxistinên civakî jî piştgirî dan çalakiyê. Dorpêça polîsan a li ber avahiya HDP'ê bal kişand ser xwe. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, êrîşa polisan şermezar kir û got: “Dayikên me di berxwedana bêdeng ali Qada Galatasarayê de roja Şemiyê li nava rojê di dilê Stenbolê de rastî êrîşê hatin. Ev êrîş encama daxuyaniyên siyasî ye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Ev êrîş eyba Tirkiyeyê ye. Êşa dayikan bêtir kûr kiriye û dil birîn kirine. Wîcdan birîn kirine. Divê hemû kesên bûne şahidên vê bûyerê berpirsiyariya xwe pêk bînin. Dîsa divê rayedar der barê êrîşkaran de lêpirsîn bidin destpêkirin."