Ji Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo jinên girtî çalakiya piştevaniyê
- 13:12 27 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê bide jinên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û malbatên wan li ber girtîgehê civiya.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê ji bo ku piştgiriyê bide jinên di Geirtîgeha Jinan a Bakiroyê û malbatên wan li ber girtîgehê civiya. Jinên ku ji bo wan destûr nehat dayîn li ber girtîgehê kon vedin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Jinên ku çalakîya rûniştinê pêk anîn li malbatên girtiyên jin ku bi minasebta hevdîtina cejnê hatibûn ber girtîgehê çay û şekirê cejnê belav kirin. Di çalakiya li ser rojevê jî nirxandin hat kirin de jinan bi malbatên ku çûn hevdîtina xizmên xwe re ji girtiyên jin re silav rê kirin. Kelecana jinên ku ew ê xizmên xwe bidîta jî ji çav û rûyê wan diyar dibû.
Ji Meclisa Jinê ya HDP'ê di çalakiya piştevaniyê de Gonul Karaman axivî û wiha got: "Dema ku me bihîst bi minasebeta cejnê wê hevdîtin pêk bê me jî xwest û em hem piştevaniyê bidin malbatan û hem jî em ji jinên girtîre silavên xwe bişînin. Herwiha em ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan îro li vir in. Em hemû daneşîn û rewşa tendirûstiyê ya hevalên xwe yên girtî jî ji derve de dişopînin. Ew hevalên me yên berxwedanê ne û em ê her li gel wan bin. Em ji vir ji bo wan heskirin û silavên xwe dişînin."
Çalakiya ku saet ji 10.00'an de hat destpêkirin ew ê heta 16.00'an berdewam bike.