3'emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk dest pê kir

  • 11:13 27 Tebax 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - 3'emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  bi dirûşma" Bi civaka azad serkeftin misoger dibe "dest pê kir .
 
Li bajarokê Rimêlanê yê giradayî navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê li navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran 3'emîn Kongreya TEV-DEM'ê bi dirûşma" Bi civaka azad serkeftin misoger dibe " dest pê kir. 500 delegeyên ji herêmên Cizîr, Kobanê, Şehbayê û şandeyên ku ji Şamê, Libnanê, Ewropa, Başûrê Kurdistanê, Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê beşdarî kongreyê bûn. 
 
Navenda çand û Hûnerê bi wêneyên berxwedêrên azadiyê û pankartên  bi nivîsên "Fikir û felsefeya Rêber Ocalan riya azadiya gelan e", "Azadkirina Efrinê armanca me ya herî pêş e" hatin xemilandin. Kongre bi deqeyek rêzgiritin dest pê kir paşê ji 5 kesan dîwan hat avakirin û axaftin hat kirin. 
 
Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM'Ê Asya Ebdullah axivî Û got:" Di despêkê de em vê kongreyê li tevahî gelê  Bakûrê Sûriyeyê pîroz dikin. Di têkoşîna azadiyê jinê kedek mezin da. Ger em îro vê kongreyêr li dar dixin ev bi saya têkoşîna jinê ye. Ji bo em azadî û aştiyê mîsoger bikin em ê li tevahî Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê bidin meşandin."
 
Li gor bernameya kongereyê dê rapora salane bê xwendin û nîqaş li ser were kirin. Sînevizyonek dê li ser kar û xebatan bê temaşekirin. Dê rapora sîstema hundirîn a tevgera civaka demokratîk dê were xwendin û nîqaş li ser were kirin. Herî dawî dê sîwana saziyên civakî ji 64 kesî bê hilbijartin.