Karîkaturîst Asli Alpar: Min beyî fikra ‘wê mêr çi bibibêjin’ xêz kir
- 09:09 27 Tebax 2018
- Çand û Huner
Habîbe Eren
ENQERE- Karîkatorîst Asli Alpar ku bi xêzên xwe li dijî serdestiya mêr serî hilda, wiha got: “Pêşdaraza ‘jinên xêzker nikarin henekan bikin’ he ye. Bêguman rastî ne ev e. Ji bo feraseta qerfê ya civakê biguhere divê têkoşîn bê dayîn.”
Karîkaturîst Asli Alpar ku bi dirûşma ‘xêzên bê sînor, bê çewisandin û bê çîn’ derket rê di qadeke ku zayendperestî serdest e de bi xêzên xwe li hember serdestiya mêr serî hil dide. Asli jinan, LGBTÎ û sewalan dike navgîna jiyanê û dibêje jiyan bi giştî polîtîk e. Asli ya xwediya xelata karîkator a 2017’an a Komeleya Rojnamegerên Hevdem e (ÇGD) hem li ser karîkatoran û hem jî li ser zayendperestiyê axivî.
*Te bi dirûşma ‘xêzên bê sînor, bê çewisandin û bê çîn’ dest bi xêzan kir. Tu dikarî hinek vebêjî?
Min zanîngeh li Zonguldakê xwend. Zonguldak li gorî bajarên din yên Tirkiyeyê cuda ye. Mînak karkerên vî bajarî di heman demê de hunermendin jî. Bi şev diçin madenê bi roj helbestan dinivîsin û wêneyan dikşînin. Wek hobî nakin. Bawer im li bajarekî wisa xwendin jiyana min guhert.
Li Zanîngehê min Marksîzm nas kir. Yekem car li vî bajarî tevlî 1’ê Gulanê bûm. Ez tevlî kulubên karîkator yên zanîngehê bûm. Min Meta Arîf Tokmak ku karîkaturîst bû nas kir. Wî ez teşwîq kirim. Jİ wê rojê de ye ez dinivîsim.
*Qada karîkatorê qadek ku mêr lê serdest in. Dema te dest pê kir te têkoşîna vê çawa da, tu bi çi re hatî rû hev?
Karîkatur ne karekî hêsan e. Divê mirov pir bixebitin. Pir hîn bibe. Karbeşiya zayendperest jî derfetê nade jinan. Dibêjin ‘jinên karîkatorîst nikarin henekan bikin’. Lê rastî ne wisa ye. Divê em ji bo ev feraset biguhere têbikoşin. Min têkoşîn da. Min pir xêz kir. Min negot ‘mêr çi dibêjin’. Min li ser regl xêz kirin. Min li ser hilbijartinê xêz kirin. Min karekterên jin, gay û trans xêz kirin.
*Ji bilî karîkaturiyê tu çi dikî?
Ez wek nûçegîhan jî dixebitim. Van rojan ez pirtûkên zarokan jî xêz dikim. Pisikên me yên astengdar hene ez bi wan re eleqeder dibim. Em ji sewalên xwe berpirs in. Em ji bo wan têdikoşin.
‘Jiyanek ji polîtîkayê serbixwetir tune ye’
*Di heman demê de tu li hember gelek tiştî têdikoşî. Tu bi xêzan serî hil didî. Ev xwe çawa dide hîskirin?
Li gorî min em hemû wisane. Têkoşîna em di jiyana pîşeyî de didin em di jiyana taybet de jî didin.Jiyanek ji polîtîkayê serbixwetir li gorî min pêkane. Ji ber vê ger tu di xêzê de cîhanek ne mêtînger, ne bi sînor û bê çîn xeyal bikî ev bandor li jiyana mirovan dike.
‘Pergal di krîzek kûr de ye’
*Hewl tê dayîn ji qada huner, siyasetê bê durxistin. Di pêvajoyek wisa de tu bangek çawa li jinan dikî?
Kapîtalîzm pergaleke ku bi krîzan li ser piyan dimîne ye. Ev pergal Tirkiye jî tê de li hemû cîhanê di krîzek kûr de ye. Pergal di krîzek kûr de ye.