'Ji belavbûna fikrên Abdullah Ocalan ditirsin'
- 15:50 26 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Di panela ku bi dirûşma, "Em dest ji aştî, azadî û demokrasiyê bernadin" hat lidarxistin de bal hat kişandin ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di warê aştiyê de. Di panelê de parlamentera HDP'ê ya Amdê Remziye Tosun axivî û got; "Ji belavbûna fikirên Abdullah Ocalan ditirsin û ji ber vê tecrîdê giran dikin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Baxçelîevlera Stenbolê bi dirûşma, "Em dest ji aştî, azadî û demokrasiyê bernadin" li avahiya xwe panel li dar xist. Di panela ku parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Temîz wekî axaftvan tevli bûn de gelek kesên din jî amade bûn.
'Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin'
Di destpêka panelê de Remziye Tosun axivî. Remziye diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nebûna navenda aştiyê mirov nikare ji hev cuda bigire dest û bi bîr xist ku tecrîd piştî hilbijartina 2015'an hatiye destpêkirin. Remziye wiha dirêjî da axafitna xwe; " Heta ku kurd azad nebin, tecrîda li Îmraliyê û li girtîgehên din bi dawî nebe tukes nikare bibêje ku em azad in. Tecrîda li Îmraliyê tecîrda li ser Kurdan e. Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin. Ji belavbûna van fikran ditirsin. Ji ber wê her ku diçe tecrîd tê girankirin. Îro ji bo cenzeyên me malên şînê jî nayên dayîn û tên qedexekirin. Em nikarin li mizgeftan cenazeyên xwe bişon. Ji ber ku me tecrîda li îmraliyê neşikandiye îro em li her derê tên tecrîdkirin. Duh çalakiya Dayikên Şemiyê jî hat tecrîdkirin. Divê ku em bibin yek. Bi salan e kurd li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û xwîna kurdan tê rijandin."
'Me qîmeta pêvajoya aştiyê nizanibû'
Piştî Remziye jî Hakan Tahmaz axivî û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê kesê nli ser medya civakî daxwaza aştiyê kirine di girtîgeha de tên girtin. Hakan bal kişand ser êrîşa li ser çalakiya Dayikên Şemiyê jî û got ku çalakiya dayikên ku li hestiyên zarokên xwe digerin jî tê qedexekirin. Hakan anî ziman ku bê hestiyariya civakê a lidijî van pêkanînan jî divê ku cuda bê destgirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Kesek rehetiya xwe xira nake. Em wekî Weqfa Aştiyê lêkolîn dikin ku bê ka civak çiqasî li aştiyê xwedî derdikeve. Me pêvajoya aştiyê ku ji bo me gelek girîng bû derbas kir. Ji bo aştiyê pêvajoya çareseriyê gelek girîng bû."
Panel bi pirs û bersivan û bi nirxandina beşdarvanan bi dawî bû.