ÎHD û TÎHV’ê êrîşa li ser Dayikên Şemiyê şermezar kirin
- 14:43 26 Tebax 2018
- Rojane
ENQERE - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a TirkiyÊ (TÎHV) li ser êrîşa li ser Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê, ya di çalakiya heftiya 700’î de daxuyaniyek da.
ÎHD û TÎHV di daxuyaniyê de êrîşa duh a li ser Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê bi bîr xist, got, 27 kesên ku duh hatin destgîr kirin hemû jî parêzvanên mafê mirovan bûn. Bi berdawî destgîrkrina dayika Emîne Ocak hate bibîrxistin û hate gotin,’’Em fihêtkar in, ji ber ku, ên ku ketibûn destê dayika Emîne Ocakli û bi kaşkirinê hewl didan ku wê destgîr bikin, binpêkirina nirxên mirovahiyê bûn, ku malbata mirovahiyê bi zehmetiyekê ew ava kiribûn. Em şaş mane, nirxên kêsên ku Emîn Ocak destgîr kirin û me bi rengê welatîbûn bi hev ve girêdidin heman nirx in? Nirxên wan gavên zextker ên rejîma Rewşa Awarte ne û yên me nirxên azadî, wekhevî, dad û aştî ne ku xwe dispêrin ser rûmeta mirovahiyê.’’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku serokwezîrê dema 2011’an Tayyîp Erdogan li Dolmabahçeyê li gel dayikan rûniştiye, diyar kiriye ku ew biryardar in ser cinayetên kiryar nediyar rawestin û kiryaran bibînin û ev soz daye dayika Cemîl Kirbayir dayika Berfo lê dayika Berfo, beriya ku sozên ku hatine dayin bi cih werin, beriya ku aqûbeta kurê xwe bizanibe di 106 saliya xwe de çûye ser dilovaniya xwe.
ÎHD Û TÎHV’ê bûyerên kiryar nediyar ên salên 90’î bi bîr xistin, diyar kirin wan deman bi taybetî li Bakurê Kurdistanê gelek mirov ji hêla hêzên dewletê ve yên bi kincên sivîl an jî bi unîforma ve hatine revandin û piştî demekê cesedê van mirovan bi rengekî êşkence li wan bûyî hatine dîtin. ÎHD û TÎHV got, ‘‘Dadgeha Mafê Mirovan, ji ber sedema nebedîkirina bi darê zorê bi berpirsyariya dewletê ye, ji ber sedema ku îdiayên nebedîkirinê bi rengekî zelal û serbixwe nepirsiye, berpirs dernexistine holê û ceza nekirine, pêvajoya ku dilê xizmên nebediyan xweş bike, êşên wan kêm bike nedaye xebitandin gelek caran Tirkiye mehkûm kiriye. Niha jî îdîayên nebedîkirinê bi taybetî piştî hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmeha 2016’an zêdetir bûne.’’