Hêzên demokrasî û kedê gel vexwendin mitînga 1’ê Îlonê

  • 14:29 26 Tebax 2018
  • Rojane
AMED – Komîteya Amadekar a Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Amedê li dar bixe bi daxwazên “zarok û ciwan bila nemirin”, “bila dawî li tecrîdê bê”, “girtiyên nexweş bên berdan”, “bila daristan neyên şewitandin” û şîara “Aştî hema niha” her kesî vexwendin mitîngê. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku ji partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl pêk tên bi boneya mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xist. Komîteya Amadekar a Mitîngê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê civîn li dar xist. Endamê Komîteya Amedekar Yuksel Aslan Acer daxuyaniya kurdî û endamê komîteyê Erkan Erencî jî daxuyaniya tirkî xwend. 
  
Yuksel bal kişand ser girîngiya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û wiha got: “Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, li Rojhilata Navîn rejîmên zalim û dîktator hatin avakirin û bi vî awayî hatin xwedîkirin. Bi vî awayî li herêmê şer, komkujî, koçberî û asimilasyon li ser gelan hatin meşandin. Mixabin li welatê me şer, kuştin, hêsirên çavan û koçberî xelas nebû. Di vî şerê 40 salan de xwîna bi deh hezaran kes hat rijandin. Ji ber rastiya şer mirin, kuştin, malwêranî, talan, koçberî, qeyranên aborî, siyasî, civakî, êş û dilşewatiyên mezin qewimîn.” 
 
Yuksel anî ziman ji ber di 40 salên dawî de welat di şerek dijwar de derbas bû pêşketinek ne qewimî û her tim paşveçûn pêk hat û vî şerî serketina tu aliyan nekir. Aslan Acer diyar kir ku sedema qeyranên aborî ya li Tirkiyeyê şerê dijwar ê li herêmê diqewimiye û her ku diçe şer bandorek neyînî li ser krîza aborî dike. Aslan Acer bi bîr xist ku “pêvajoya çareseriyê” hêviya gelan a aştiyê mezin kiribû û lê pêvajo ji sala 2015’an ve heta niha ji xerakirina bajaran bigire heta şewitandina xwezayê û xerakirina dîrokê her tişt hat tunekirin. 
  
Yuksel destnîşan kir ku şîrîkiya AKP û MHP’ê şer bi gelan dan ferzkirin û agirê şerê 40 salan geştir dike. Aslan Acer bang li Serokomar Tayyip Erdogan kir û xwest ji bo aştî û aramiya Tirkiyeyê operasyonên leşkerî û siyasî bide rawestandin û derfetên hevdîtin û muzakereyan bên amadekirin û şer bi dawî bibe. 
 
Yuksel  li ser navê saziyên sivîl û siyasî helwesta ji bo pêkhatina aştiyê ev xal rêz kir:
 
"*Ji bo ku tecrîdkirina giran a girtiyan bê rakirin û girtiyên nexweş bên berdan.
 
* Zarok ciwanên me neyên kuştijn û dilê dayikan neşewite. 
 
* Gund û bajarên me neyên hilweşandin.
 
* Xwezaya me neyê talankirin. 
 
* Daristanên welatê me neyên şewitandin. 
 
* Zarokên me bi zimanê dayika xwe perwerde bibin û bi çand û zimanê xwe mezin bibin."