Dayikên Şemiyê Qadê terk nakin: Bi derbên plastîk êrîşî çalakiyê kirin
- 12:25 25 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700'î ku hat xwetin bê lêdarxistin ji aliyê qeymeqemtiyê hat astengkirin. Dayikên Şemiyê qadê terk nakin. Polîsan bi derbên plastîk êrîşî kesên ku nexwistin qadê terk bikin, kirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin hejmara wan 23 kes in.
Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 700'î de li Qada Galatasarayê kom bûn, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Xizmên windayan ji bo amadekariya hefteya 700'î de li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê kom bûn. Mirovên Şemiyê qurnefilên Sor xistin destê xwe û tîşortên li ser "Dayikên Şemiyê" nivîsandine li xwe kirin. Girseya ku li ÎHD'ê kom bûn piştî karbejiyê bi pankart, dowîz û wêneyan meşiyan Qada Galatasarayê. Lê polîsên ku li pêş komê bend ava kirin û dora qadê girtin, destûr nedan ku Mirovên Aştiyê têkevin qadê. Navenda Çanda Yapi Krêdî ya li Qadê jî ji aliyê polîsan ve hat girtin. Destûr nedan ku rojnameger wêneyan bikişînin. Piştre polîsan destûr nedan ku kes têkevin qadê. Polîsan diyar kirin ku Wezareta Karên Dundir çalakî qedexe kiriye û dê destûr nedin. Lê koma di nav de Mirovên Şemiyê û ÎHD'ê hene dema xwetin têkevin qadê polîsan mudaxele kir.
'Ev 23 sal e em li vê qadê ne'
Keça Fehmî Tosun ê ku di bin çavan de hat windakirin, Besna Tosun got:"Ev 23 sal e em tên vê qadê. Ez li vê qadê li bavê xwe digerim. Ev meydana ya me ye."
'Ev qada eynika we ye'
Yek ji xizmên windayan jî wiha got:"Ev qada eynika we ye li vê qadê baş binêrin."
Yek ji xizmên windayan jî wiha got:"We me kuşt. Niha jî hûn me ji vir diqewirîne. Dewleta ku îro ev tişt anî serê me sibehê wê bîne serê we jî."
Derb kirin û kirin bin çavan
Piştî bertekan xizmên windayan gotin ku ew ê li Kolana Îstiklalê bisekinin. Polîsên ku nehiştin xizmên windayan li wir jî bimîne ew kirin bin çavan. Gelek kes hatin derbikirin, li erdê xwêr kişandin û hatin binçavkirin.
Tevî Maside Ocak, Ali Ocak, Hasan Karakoç, Sebla Arcan, Faruk Eren 11 kes bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin. Besna Tosun û dayika Hasan Ocak ê ku di bin çavan de hat windakirin, Emine Ocak jî hat derbkirin û polîsan xwest ku wê bikin bin çavan. Lê ji ber bertekan serbest hatin berdan. Emîne Ocak piştî ku hat berdan got:"Hûn çi zarokên me dixwazin."
Dayikên Şemiyê qadê terk nakin
Dayikên Şemiyê li nêzî Kolana Îstiklalê û nêzî Qada Galatasarayê dîsa kom bûn û dirûşmên "Dê hêrsa dayikan kujeran bifetisîne","Bicehime faşîzm" ber kirin. Li dijî anonsa polîsan a xwestina terkirina qadê girseya ku dîsa kom bû anîn ziman ku ew ê berxwe bidin û qadê terk nakin.
Ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezaî Temellî û gelek kes hatin qadê. Dema ku HDP'yî hatin qadê polîsan bi derbên plastîk êrîş kir û bi gaza îsotê mudaxale kirin. Pervin û Sezaî ji bo çalakî pêk were hevdîtinan pêk tînin.
Hat hînbûn ku kesên ku hatine binçavkirin 23 kes in.