Li Erzîncanê qeza: 3 jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest da
- 10:23 25 Tebax 2018
- Rojane
ERZÎNCAN - Li ser rêya Erzîcan - Sêwasê ya bejahî di qezaya trafîkê ku pêk hat de 3 jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla ku ji aliyê Huseyîn Adibellî ve dihat bikaranîn di saetên serê sibehê de li ser rêya bejahî ya Erzîncan - Sêwasê bi otomobîla ku ji aliyê Kamîl Karataş ve dihat bikaranîn li hev ketin. Di qezaya ku pêk hat de ajovanên herdu wesayitan û kesên li gel wan di wesayitan de asê man.
Li ser agahdarkirina welatiyan cenderme û tîmên tendirûstiyê hatin cihê bûyerê û kesên ku asê man derxistin. Di encma qezayê de li gorî agahiyên destpêkê 3 jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar ji aliyê tîmên ku hatin cihê bûyerê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Menguceka Erzîncanê.
Herwiha kesên jiyana xwe ji dest dan jî rakirin morga heman nexweşxaneyê.