'Bi têkoşîna jinên Kurd jinên Ereb jî azad bûn'

  • 09:04 25 Tebax 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Jinên Ereb ên Kantona Kobanê ku xwe bi rêxistin dikin gotin:"Bi têkoşîna jinên Kurd jinên Ereb jî azad bûn. Jinên Ereb êdî bejnê li dijî zihniyeta baviksalarî natewînin."
 
Berî Şoreşa Rojava pêk were jin û gel di bin zextên giran ên rejîmê de bûn û ji mafên xwe yên rewa bêpar dihatin hiştin. Piştî ku şoreş pêk hat şûnde jinan di her qadê de rolek çalak girtin ser milên xwe. Jinên Kurd di şoreşê de rolek girîng lîstin û ev yek bû sedem ku jinên Ereb jî ji bin desthilatdariya rejîmê rizgar bibin. Derbarê vê yekê de jinên Ereb anîn ziman ku bi saya hêza jinê û şoreşê îro ew azad dijîn û dikarin xwe ji her alî bi rêxistin bikin. 
 
'Em ê heta dawî piştgiriyê bidin hevdu'
 
Jina bi navê Nesra Xelî diyar kir ku şoreş bi saya hêza jina Kurd pêş ket û wan jî ji vê yekê feyz girt û wiha got:"Jina Kurd ji her alî xwe perwerde kir. Hem ji aliyê tenduristî, siyasî hem jî ji aliyê leşkerî xwe bi rêxistin kir û bi vê yekê bû sedem ku jinên Ereb jî ji bin bandora zihniyeta baviksalarî û rejîma yekperest derkevin. Rêxistina jinê ya Kongreya Starê jî ji bo jin hînî rastiyê bibin û bi rêxistin bibin gelek xebitîn. Projeyên Kongreya Star ne tenê ji bo jinên Kurd bû. Projeyên Kongreya Star ji bo hemû jinên cîhanê bû. Loma em jî dibêjin em hemû jin yek in û em ê heta dawî piştgiriyê bidin hevdu."
 
'Em bi saya jina Kurd ji koletiyê hatin rizgarkirin'
 
Jina bi navê Hedilê Silêman jî bi lêv kir ku bi saya têkoşîna jinên Kurd Minbic, Reqa hatin rizgarkirin û jinên Ereb ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û wiha got:"Jinên Ereb berê ji ber polîtîkayên rejîma yekperest û yên çeteyan nikaribûn bi awayekî azad tev bigeriyan. Di nava çar dîwaran de asê mabûn û çarşefa reş li wan dihat kirin. Lê em bi saya têkoşîna jina Kurd ji koletiyê hatin rizgarkirin. Bi têkoşîna jinên Kurd jinên Ereb jî azad bûn. Dilê me her bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd re ye."