'Cenaze nayên radestkirin û nahêlin ku şîna wan jî bê kirin'

  • 09:02 25 Tebax 2018
  • Rojane
AMED - Malbatên şervanên PKK'ê ku jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku li gel berî bi mehan cenaze hatine tespîtkirin jî radestî wan nayên kirin û nahilên ku ew şîna xwe jî bikin.
 
Hat îdakirin ku cenazeyên şervanên PKK'ê yên ku birin navçeyên Amedê Bismil, Farqîn û Pîranê nehat hiştin şîna wan bê kirin û malbat jî ji aliyê fermandarên qereqolan û qeymeqamtiyê ve hatine tehdîtikirin. Hat diyarkirin ku li gel cenze hatine teşhîskirin jî ji malbatan re hatiye gotin, "Hun biçin kengî ku me agahî da we hûn ê bên cenzeyên zarokên xwe bigirin." Tişta hatiye kirin bi vê muameleya kêfî jî bi sînor nemaye û cenaze li goristana bêkesan tên fefinkirin. Malbatên ku cenzeyê zarokên wan li goristana bêkesna hatine definkirin piştî bi mehan ji goristana bêkesn digirin û defin dikin. Malbatan anî ziman ku tu cudahiya van pêkanînan ji yên salên 90'î tune ye û ev pêkanînên dijîmirovî ne.
 
'Li gel ku qedexe bû jî her kes hat'
 
Dayika Mehmet Şîrîn Bîlîr ê ku destûr nehat dayîn şîna wî bê danîn û cenazeyê wî 2 meh in li morgê tê girtin Reyhan Bîlîr bertek nîşanî tişta tê kirin da û wiha got: "Hatin ji me re 'gotin we cenze li ku şûştiye, şînê daneyin'. Heta ku em çûn goristanê jî ew jî bi me re hatin û nehiştin ku kesek li gel me bê. Lê li gel vê jî hemû kes hat û em tenê nehiştin. Lawê min li ser şerefa xwe şehîd bû. Bila serê gelê me sax be."
 
'Edebeke dijminantiyê jî heye'
  
Reyhan wiha berdewam kir: "Cenazeyê zarokên me nadin me, mala şînê li me qedexe dikin û bi ser de jî bahsa mislimantiyê dikin.  Pêkanînên li Tirkiyeyê tên kirin li tu dera cîahnê tune ne û nayên kirin. Edebeke dijminatiyê jî heye. Em bi zarokên xwe şanaz in. Çiqes qedexe bikin bila bikin  em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Em ê şîna xwe jî daynin û em ê mewlûda xwe jî bidin."