Berna Laçîn û Fusun Demîrel: Deng bidin qêrîna dayikan

  • 16:46 24 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Berna Laçîn û Fusun Demîrel ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ku ew ê cara 700'î li Qada Galatasarayê bê lidarxistin banga piştevaniyê kirin û gotin; "Ji bo ku tu deng bidî dengê dayikan tu jî were."
 
Gelek hunermendên ku di nav  wan de Berna Laçîn û Fusun Demîrel jî hebûn ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin li Qada Galatasarayê wê cara 700 bê li darxisitn li ser medya civakî banga piştevaniyê kirin.
 
Berna Laçîn: 700 hefte çend temenan dike?
 
Berna Laçîn a ku got dayikan bi tenê nehêlin bi van gotinan bang kir: "Her dayik xwedî mafê ku bê ka zaroka wan li ku ye ye.  Dayikên Şemiyê 700 roj in ji bo ku zarokên wan bên dîtin dicivin.  Ji bo dayikeke ku zaroka wê winda 700 roj çen temenan dike?  Ji bo zaroka xwe ya ku kujerê wê nayê darizandin divê dayikek çend caran doza edaletê bike?  Divê em jî ji bo ku edalet bê bicihanîn li gel dayikan cihê xwe bigirin."
 
Fusun Demîrel: Bijî berxwedana dayikan a mafdar
 
Fusun demîrel a ku banga piştevaniyê kir jî wiha got: "Gelo 700 roj  kêm e?  di salekê de 48 hefte hene. Çend sal bûne?  Dayikên Şemiyê li gel germa havînê, serma çileyê, gaza îsotê û binçavkirinan di hemû şert û mercan de her hefte civiyan.  Ji rayedaran xizmên xwe pirsîn. Her hefteyê dayik bi xeyala ku zarokên xwe bibînin hatin qê qadê. Di vê berxwedanê de hin dayikan jiyana xwe ji dest dan. Em ê her hefte û vê hefteyê jî li gel Dayikên Şemiyê bin. Bijî berxwedana dayikan a mafdar."