Li Başûrê Kurdistanê zarokekê dawî li jiyana xwe anî

  • 13:16 24 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Do bi şev li Başûrê Kurdistanê hat îdiakirin ku zarokekê agir bi bedana xwe xistiye û dawî li jiyana xwe aniye. Berî zarok jiyana xwe ji dest bide îfade dabû polîs. Di encama vê îfadeyê de kesekî ku navê wî diyar nebû hat binçavkirin. 
 
Li Başûrê Kurdistanê di demên dawî de mirinên bi guman ên jinan her ku diçe zêde dibe. Li gor îdiaya Qereqola Raperînê do bi şev zarokek bi navê P.H.E. li Kuçeya Îmam Qasim ya girêdayî Bajarokê Qeladizeyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gor îdiayan piştî ku zarok bedena xwe da ber êgir rakirin Nexweşxaneya Suleymaniyeyê. Zaroka ku ji sedî 70 bedena wê hat şewitandin jiyana xwe ji dest da. 
 
Kesek hat binçavkirin
 
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de, di çarçoveya agahiyên ku zarok da, kesekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin hat binçavkirin. 
 
Li gor agahiyên Roj Newsê ji serê salê heta niha li Herêma Kurdistanê 217 jin a intihar kirin an jî hatin qetilkirin.