Dengê jineke ku ji pişt deriyên girtî tê: Dengbêj Gazin
- 11:32 24 Tebax 2018
- Rojane
WAN - Dengbêj Gazin a ku di demeke dengê jinê û bi mêr re li sofreyekê rûniştina wê qedexe bû de got, " Çi dibe bila bibe ez ê êşa jina kurd û kêfxweşiya wê bînim ziman" û got bijî çanda dengbêjiyê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat vegotin.
Rukiye Kizil (Dengbêj Gazin) ku kedeke mezin ji bo dengbêjiyê da û di 21'ê Tebaxê de ji ber ku xwîn çû ser mêjiyê wê jiyana xwe ji dest da, mirina wê heskiriyên wê xemgîn kir û stranên ku gotin jî ji ser zimanan nakevin. Dengbêj Gzin di sala 2014'an de di konsera Projeya Aşikan a ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Anatolyayê de hat amadekirin bi sitranên ku bi dengbêja Ermenî Leylayê re got û bi gelek stranên xwe yên din ku di bernameyên cuda cuda de gotin tê naskirin. Her wiha Gazin amadekariya ku bi pirtûka xwe ya ji 20 stranên wê zêdedit tê de cih digirtin derkeve pêşberî xendevanan jî dikir.
Gzin di temenê xwe yê biçûk de bi dengê jinê ku ji aliyê zîhniyeta baviksalar ve hatibû qedexekirin di pişt deriyên girtî de dest bi dengbêjiyê dike. Gazin ji ber polîtîkayên koçberiyê yên dewletê di serî de ji gundê xwe yê girêdayî Tatwana Bedlîsê koçberî navendê tê kirin û piştre jî di 14 saliya xwe de tê zewicandin û li Wanê tê bicihkirin. Gzin a ku di zarokatiya xwe de bi mêrekî qet nas nedikir re hat zewicandin li dijî hemû cureyên tundiyê bi stranên xwe têkoşîn dida û dibû bersîv.
'Ezê êş û kefxweşiya jinên kurd bînim ziman'
Malbat û hevalên wê yên ku naxwazin mirina wê qebûl bikin, Gazin li mala wê vegotin. Hevala wê Perîhan Çaçan wiha bahsa Gazinê kir: "Gazinê êşeke mezin kişand. Her digot, 'çi dibe bila bibe ez ê êş û kêfxwejiya jinên kurd bi stranên xwe vebêjim.' Gin gelek êş kişandin."
'Gazin bi stranên xwe bû nemir'
Perîhanê di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku zarokatiya wê bi gazincê re derbas bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her roja ku min pê re derbas kir ji bo min gelek girîng e. Li dijî hemû êrîşên dewletê û mêr wê qet dev ji stranan berneda. Eyşeşan û Meryem Xan ji bo wê îdol bûn. Çaw ku ew di dîroka kurd de bûn sembol, gazinê ji dixwest ku bibe sembol. Roja ku jiyana xwe ji dest da jî di dema ku stran digot de qeyrana dil derbas kir. Wê sitranên xwe her li pişt deriyan digotin. Gazin bi starnan jiya û bi stranan jiyan xwe ji dest da. Wê dengê jinê yê ku dixwest bê fetisandin bi her kesî da nasandin."
'Stranên ku ji me guhdar dikirin li ser wan zêde dikir û digot'
Dayika Gazinê Zulfînaz a ku qet wêneyê wê ji destê xwe danayne jî wiha bahsa keça xwe kir: "10 xwişk û bira bûn. Keça min ya herî mezin Gazin bû. Gelek zîrek bû. Ji hemû xwişk û biyrayên xwe re dayiktî kir. Min û bavê wê jî stran digotin. Gazin gelek ji dengbêjiyê hez dikr. Stranên ku ji me hîn dibû li ser wan zêde dir û ji nû ve digot."
'Li odeya xwe derî li ser xwe digirt û stran digotin'
Xwişka wê Asya Kiliçaslan jî wiha bahsa Gazinê dike: "Ji zarokatiya wê de li gund û li nav mabatê tu dawet bêyî wê derbas nedibûn .Gelek zîrek û berxwedêr bû. Ji bo zewacê erêkirina dayik û bavê bes bû. Li gel hemû zahmetiyan Gain kincê xwe yê herî xweşik li xwe dikirin, derî li ser xwe digirt û siteran digotin. Ez niha gelek xemgîn im û tiştekî ku bibêjim nabînim. Êşa wê gelek nû ye."
Ji bo ku çanda dengbêjiyê bê jiyîn...
Sadiye Okyaytan jî got ku wê Gazinê qet tenê nehiştiye û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Cara yekê me wekî dengbêjên jin li Wanê Mala Dengbêjan vekir. Li mala ku me 5 jinan vekir ji bo ku me çanda dengbêjiyê bidin jiyîn me stran digotim. Em bi hevre tevli gelek bernameyan bûn. Gazinê bi derfetên xwe hewl dida ku jinên ciwan di warê dengbêjiyê de perewerde bike. Daxaza wê ya bingehîn ew bû ku piştî me jî çanda dengbêjiyê berdewam bike. Di vê mijarê de bi ser jî ket. Gelek jin di vî warî de perwerde kirin."