'Berxwedana we ya bêdeng her di nav me de ye'

  • 10:45 24 Tebax 2018
  • Rojane
AMED - Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ji bo Dengbêj Gazin û Endama Daîmî ya Meclisa KCD'ê Dîlek Adsan daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Tunebûna we ya di nav me de tenê fizîkî ye; dengê we, berxwedana we û hebûna we her li gel me ye. Bilav xwedawend hevrêyên we bin."
 
Dengbêj Gazin û Endama Daîmî ya Meclisa Kongerya Civakên Demokratîk (KCD)  Dîlek Adsalan ku ji ber xweîn çû ser mêjiyê wan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ve bi daxuyaniyeke nivîskî hatin bîranîn. 
 
Daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê ve hat dayîn wiha ye: 
 
"Me hevrêya xwe ku nivîskara me bû Gazin û Endma Daîmî ya Meclisa KCD'ê Dîlek şandin diyarê ronahiyê.  Dema ku me di hejamar kovara xwe ya dawîn de bi Ganzinê re reportaj kir ji me re lolîrk gotibû. Gazinê ji me re gotibû ku lorîkên me yên gelek xweş hene û em wan hêdî hêdî ji bîr dikin. Ji me re basa dayikeke ku nikaribû zaroka xwe dixw re bibe ku girtiye hembêza xwe û bi lorîkan di xwe re biriye kiribû. Niha hûn di xweke giran de ne lê lorîkên hîna li ser zimanan e. Ew lorîk di rûpelên me û di bîra me de ne.  Me bi hev re jiyan parve kir û êdî ne pêkan e ku em ji hev biqetin. We me li çiya û deştên ku rêya we bûn hişt.  Dîlek û Gazin bi vê xemgîniyê di kesayetaa we de em tenê dikarin xwe bispêrin xwedawend û Şahmaranan.
 
 Em dizanin ku xweşik nayên tunekirin, em dizanin ku wê wekî Şahmarana me bi hezaran salan bijîn. Em dizanin ku hin kesên diçin her dijîn. Ji ber wê tunebûna we ya li nav me tenê fizîkî ye; lê berxwedana we ya bêdeng û hebûna we wê her di nav me de bijî. Bila xudawend hevrêyên we bin. Em ji malbat û hevrêyên we re serdaxiyê dixwazin. Bi heskirin û minetdarî..."
 
Dengbêj Gazin di hejmara 10'emîn a Kovara Jineolojiyê de di otûbêja ku kiribû de  ev lorîk gotibû:
 
“Ella ella ella ke
 
Gazî şex û mela ke
 
Bila ronî xewna ke
 
Lorî lorî lorî…”