Li Edeneyê zarokek hat îstismarkirin
- 10:25 24 Tebax 2018
- Rojane
EDENE - Zarokek 4 meh berê ji wargehê reviyabû û hatibû Edeneyê. Piştî ku zarok bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin, hat tespîtkirin ku bi îstismara zayendî rû bi rû maye.
Zarokek 4 meh berê ji wargehê reviyabû û hatibû Edeneyê. Zarok li parkê awayekî hiş ji serî çûbû hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê zarok rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Tip Fakultesî ya Zanîngeha Çukurovayê. Piştî tedawiyê hat diyarkirin ku zarok bi tecawizê rû bi rû maye.