Li şûna çareseriya pirsgirêkan kamp tên valakirin

  • 09:10 24 Tebax 2018
  • Rojane
Duygu Cînîvîz
 
RIHA- Li Sûriye ji ber şerê hat jiyîn nîvê nifûsa 22 mîlyonî hatin koçberkirin û ji van jî ji sedî 75 jin û zarok in. Tirkiye welatê ku herî zêde penaber lê ne û li şûna pisgirêkan çareser bike kampan vala dike.
 
Piranî penaber li bajarên sînorê Sûriyeyê bi cih bûne. Li Rihayê 401 hezar û 68, li Stenbolê 394 hezar û 556 kes dijîn. Li Hatayê 386 hezar û 77, li Dîlokê 325 hezar û 140, li Kîlîsê 129 hezar û 211, li Mêrdînê 97 hezar û 759, li Şirnexê jî 14 hezar û 839 penaber dijîn. Li Edenê 150 hezar û 108, li Mersînê 138 hear û 632 penaber dijîn.
 
Ji bo mirov der barê şert û mercên penaberan de bibin xwedî agahî divê mirov li van daneyan binêrin:
 
‘Di deqeyekê de 20 kes dibin penaber’
 
*Komîseriya Bilind a Penaberên Tirkiyeyê got ji ber sedema şerên li cîhanê hejmara jinên neçar mane koç bikin gihiştiye asta herî jor. Li gorî daneyên NY’ê ya 216’an li cîhanê 65 mîlyon 600 hezar kesî koç kiriye. yanî di deqeyekê de 20 kes di bin penaber.
 
*Di 2016’an de 40 mîlyon 300 hezar kesî ji ber şer malên xwe terk kirin. Di dawiya sala 2016’an de kesên welatên xwe terk kirin jî 22 mîlyon û 500 hezar bû. Ev rêje li gorî 2015’an de 300 hezar kes zêde bû.
 
*Welatê ku herî zêde penaber da welatên din Sûriye bû. Li gorî rapora NY’ê ya 2017’an li cîhanê 5 mîlyon û 58 hezar û 456 penaber hene.
 
*2 mîlyon penaberên Sûriyeyê li Misir, Iraq, Lubnan û Urdunê dijîn. 3 mîlyon û 551 hezar û 78 jî li Tirkiye, 30 hezar li bakurê Afrîkayê dijîn. Ji sedî 51,5 jî mêr û ji sedî 48,5 jinin.
 
*Ji sedî 5’ê Nifûsa Tirkiyeyê penaberin. Li gorî van daneyan welatê herî zêde penaber lê ye Tirkiye.
 
‘Divê kamp ji kontrolê re bên vekirin’
 
ÎHD’ê 20’ê Hezîranê roja Penberên Cîhanê daxuyaniyek da û pirsgirêkên penaberan rêz kir û got divê kamp ji kontrolê re bên vekirin.
 
Daxwazên komeleyan yên der barê penaberan de wiha ye;
 
*Divê pêşî li binpêkirina kedê bê girtin, jin û zarokên penaber li dijî îstîsmarê bê parastin.
 
*Divê mafê perwerde û tenduristiyê bê sererastkirin û qadên jiyanê bên rehabîlîterkirin.
 
*Divê dewlet û hemû sazî li hember penaberan peywira xwe ya mirovahiyê bînin cih.
 
*Divê hemû sazî û dezgehên netewî û navnetewî pirsgirêkên penaberan bigirin dest û çareseriyên li gorî rumeta mirovahiyê pêk bînin.
 
Daneyên der barê sala 2018’an yên ÎHD’ê wiha ne:
 
*Piştî duyemîn şerê cîhanê şûnde, di 2011’an de bi şerê li Sûriyeyê destpêkiriye rêjeya herî mezin a penaberan ya li cîhanê pêk hatiye.
 
*Li gorî Rapora Neteweyên Yekbûyî 2016’an de hejmara penaberan 37,3 mîlyon bû û di 2017’an de li gorî rapora Global ev hejmar 68,5 mîlyone. 25,4 mîlyon penaber û 43,1 mîlyon jî di nav welat de ji cihê xwe bûne. Ji sedî 52 jî ji zarokan pêk tên.
Li Tirkiyeyê 3,9 mîlyon penaber hene û ji van 3,5 mîlyon yên Suriyeyê ne, 169 hezar Afgan, 143 hezar ji Iraqê, 35 hezar ji Îranê, 4 hezar û 800 ji Somaliyê, 10 hezar û 800 jî ji welatên dinin.
 
Li gorî rapora Serokatiya Rêveberiya Rewşên Karaset û Lezgîn ya 18’ê Tebaxa 22018’an de li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 576 hezar û 337 Suriyeyî hene û ji van 222 hezar û 566 li kampên AFAD’ê ne. Yên din jî bi derfetên xwe dijîn.
 
Kamp tên valakirin 
 
Hikûmeta AKP’ê li şûna pirsgirêkan çareser bikin hewl da penaberan li kampan bi cih bike. Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan di rojên borî de daxuyaniya ‘em hedef dikin ku axa Sûriyeyê bi ewle bikin û mîvanên xwe bişînin warên wan’ da û piştî vê navendên starbûnê yên li Dîlok, Semsur û Mêrdînê tên girtin.
 
Penaberên Suriyeyê wê li kampên sînor yê gelek pirsgirêkên wan hene bên bicihkirin. Tê gotin ku wê kampên Nîzîp, Îslahiye û Karkamiş, ya Semsur û Mîdyatê bê girtin.
 
Tê gotin 34 hezar û 180 penaberên Suriyeyî yên li van kampan jî wê li kampên Hatay, Kilîs, Akçakale, Pirsûs û Serêkaniyê bên bicihkirin. 
 
Tê gotin ku wê di mehekê de ev pêk bê.